Malbatên şehîdan nerazîbûn nîşanî pêşwazîkirina El-Herîrê ya li Başûrê da

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê nerazîbûn nîşanî pêşwazkirina serokê "Îtîlafa Niştimanî ya Sûriyê" Nesir El-Herîrî ji aliyê hikumeta Başûrê Kurdistanê ve da.

Bi dehan endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê li pêşiya navenda xwe ya li navçeya Dêrikê kom bûn û têkildarî pêşwazîkirina serokê "Îtîlafa Niştimanî ya Sûriyê"Nesir El-Herîrî ji aliyê hikumeta Başûrê Kurdistanê û serokê berê yê herêmê Mesûd Barzanî ve daxuyanî da.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Leyla Omer daxuyanî xwend  û wiha got:

''Gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî pozbilindiya dagirekriya Tirk û îxaneta opozisyona çeteyan a girêdayî AKP'ê û sûcên wê yên li dijî gel û pêkhateyên Bakur û Rojhlatê Sûriyê li ber xwe dide, di heman demê de em li pêşberî îxaneteke hundirîn a aliyê alîgirên Erdogan û çeteyên wê yên DAIŞ'ê ya bi serkêşiya rûyê wê yê siyasî bi navê serokê Îtîlafa Sûriyê Nesir El-Herîrî û desteka hin kesayet û partiyên ENKS'ê yên ku xizmeta dijminê gelê Kurd dikin, rû bi rû ne.

Tevî hemû binpêkirinên li dijî gelê Kurd û pêkhateyên herêmê, lê ENKS'ê hîna li hemberî îtîlafa Sûriyê ya ku şirîkê van binpêkirinan bêdeng e, nemaze li gel ku rûyê siyasî yê DAIŞ'ê Nesir El-Herîrî li Başûrê Kurdistanê tê pêşwazîkirin.

Gelê Kurd û tevahî gelên herêmê ji ber kiryarên faşîzma Tirk û çeteyên wê ji îşkencekirin, talankirin, qutkirina daran û guhertina demografya herêmê azar dîtine, Nesir El-Herîrî gotibû, di destûra nû ya Sûriyê de îtîrafê bi hebûna gelê Kurd û zimanê wê yê dayikê nake û înkara hebûna dîrokî ya kurdan a li ser xaka wê ya dîrokî dike.

Serokê berê yê herêma Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî daxuyand ku ew fermandarê 40 mîlyon kurd e, di heman demê de pêşwaziya rûyê siyasî yê DAIŞ'ê anku Îtîlafa Sûriyê ya bi serkêşiya çete Nesir El-Herîrî  dike yê ku gelê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî qetil kir. Ji ber vê yekê ev yek li ser medya civakî ji aliyê siyasetmedar û rojnamevanên Kurd, rêxistinên mirovî û hiqûqî li ser asta cîhanê û herêmê ve hat şermezarkirin.

Em malbatên şehîdan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê dibînin ku her kesên ku destê xwe dide çeteyan beşdarî rijandina xwîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê ye. Her wiha em ji hikumeta Başûrê Kurdistanê re di serî de Mesûd Barzanî re dibêjin ku bi pêşwazîkirina we rûyê siyasî yê DAIŞ'ê yê destê we jî di xwîna şêniyên me, şehîd û jinên me yên azar û zarokên  de heye, we baweriya xwe li gel civaka kurdî û gelên herêmê winda kiriye."

ANHA


Mijarên Din