Malbatên şehîdan û rewşenbîran Roja Şehîdan bibîr anîn

Bi wesîleya Roja Şehîdan, malbatên şehîdan û rewşenbîrên Girkê Legê merasîma bîranînê lidar xist.

Bi dirûşmeya "Şehîd parêzvanên gelan in û afrînerên jiyanê ne" Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê şaxê Girê Lêg û Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê merasîma bîranînê li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran lidar xist.

Piştî deqaya rêzgirtin, Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîrên Cizîrê Bradost Mîtanî axivî, şehîdên azadiyê bi bîr anî û got: "Wekî rewşenbîr erka me ye bi pênûs û helbestên xwe xizmeta welat bikin û xeta şehîdan bişopînin. Serkeftinên hatine bidestxistin berhemên keda şehîdan e."

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girê Legê axaftin hate kirin. Di axaftinan de soza parastina destkeftiyên şehîdan da.

Piştî axaftinan helbest hatin xwendin û Koma Ebdulîlah Deqorî stranên şoreşgerî gotin.

ANHA


Mijarên Din