Malbatên Şehîdan: Şandina cenazeyê şehîd Egîd bi pakêtekê ne exlaqî ye

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê diyar kir ku şandina cenazeyê şehîd Egîd Îpek bi rêya pakêtekê ji hêla dewleta Tirk ve kiryareke derexleqî ye.

Hikumeta Tirk cenazeyê şervanê HPG`ê Egîd Îpek piştî 3 salan ji şehadeta wî bi rêya pakêtekê ji malbatê re şand. Şehîd Egîd Îpek di 2017`an de li bajarê Dêrsim ê Bakurê Kurdistanê şehîd bûbû.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê der barê mijarê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Di vê demê de ku tevahî cîhan li hemberî Koronavîrusê disekine, dewleta Tirk a dagirker bi hemû şêwazên hovane dijminatiya gelê Kurd dike da ku bi rêya çeteyên xwe hebûna wî tune bike. Dewleta Tirk bi rêya çeteyên xwe yên nexweş hewl dide vîrusê li herêmên Bakurê Kurdistanê, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bike.

Dewleta Tirk sûceke hovane der heqê şervanekî HPG`ê de pêk anî, ew parçe parçe kir û bi rêya pakêtekê cenaze ji malbata wî re şand.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kuştin, talankirin, lîstina bi cenazeyan li Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî didomîne û ev yek ne tiştekî nû ye. Dewleta Tirk cenazeyê şehîd Egîd Îpek ku ji bajarê Amedê ye bi rêya pakêtekê ji malbata wî re şand û ev yek dûrî exlaq û mirovahiyê ye, her wiha ne li gorî zangonên navneteweyî ye.

Em wek Meclisa Malbatên Şehîdan nikarin vê bûyera biêş û sûcê hovane ji bîr bikin. Şandina cenazeyê şehîd bi vî awayî tê wateya ku ew hebûna gelê Kurd û tevahî gelên azadîxwaz înkar dike. Em soz didin şehîd Egîd û hemû dayikên şehîdan ku dê asta têkoşîn û fedakariyê bilind bikin da ku hesab ji sûcdarên şer, di serî de Erdogan û çeteyên wî bixwazin."

(bx)

ANHA


Mijarên Din