Malbatên şehîdanên Efrînê: Em banga avakirina dadgehek navdewletî dikin

Malbatên şehîdên Efrînê yên ku di berxwedana Kobanê, di şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê de şehîd bûne, banga avakirina dadgehek navdewletî li bajarê Kobanê kirin. Her wiha gotin bi saya fedekariyên zarokên wan çeteyên DAIŞ`ê têk çûn.

Di 23`yê Adarê de QSD`ê bi daxuyaniyekê li zeviyê El-Umer a li Dêrazorê tunebûna DAIŞ`ê ji aliyê leşkerî ve ragihand. Her wiha bi hezaran çete xwe radestî hêzê kirin ji ber ku nikarîn li hember vîna şervanan bisekinin.

Malbatên şehîdên Efrînê ku di berxwedana Kobanê, di şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê di sala 2015`an de şehîd bûne, bang li civaka navdewletî kirin ku dadgehek navdewletî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê li bajarê Kobanê ava bikin. Ji ber ku hovantirîn sûc li ser gelê Sûriyê de bi taybet gelê Kurd pêk anîn.

Nîhad Mistefa bavê şehîd Cûdî Şahîn got: "Çeteyên DAIŞ`ê hovantirîn sûc li ser gelê me pêk anî. Şênî kuştin û dan koçberkirin."

Mistefa wiha domand: "Zarokên me ji bo parastina axa xwe şehîd bûn. Wek malbatên şehîdan em banga avakirina dadgehek navdewletî û bi lez li ser xaka ku zarokên me şehîd bûne dikin, da ku ew çete werin darizandin."

Henîfe Şêxo dayîka şehîd Mezlûm got: "Piştî têkçûna DAIŞ`ê ji hêla QSD`ê ve, em dixwazin ew çete bi riya civaka navdewletî werin darizandin. Ji bo vê divê civaka navdewletî li bajarê Kobanê dadgehek navdewletî ava bike. Em dixwazin malbatên şehîdan di dadgehan de amade bin."

Dayîka şehîd Pêşeng Meryem Dawûd got: "Bi saya fedekariyên şehîdan DAIŞ`ê têkçû. Divê çeteyên DAIŞ`ê werin darizandin. Divê dewletên ku desteka terorê dikin di serî de Tirkiyê wer darizandin.”

Dayîka Pêşeng di dawiya gotinên xwe de serkeftina QSD`ê li tevahiya malbatên şehîdan pîroz kir.

(şx)

ANHA


Mijarên Din

Li Raî teqîn