Malbatên şehîdên Berxwedana Serdemê mûm li ser gorên ciwanên xwe vêxistin

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrînê û malbatên şehîdan ji bo bîranîna şehîdên Berxwedana Serdemê li gel salvegera êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî Efrînê serdana goristanên şehîdan kirin û mûm li ser gorên şehîdan vêxistin.

Bi boneya salvegera duyemîn a êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî Efrînê û dagirkirina wê û ji bo bîranîna şehîdên Berxwedana Serdemê bi dehan endam û endamên rêveber ên Meclisa Malbatên Şehîdan û malbatên şehîdan serdana Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê li navçeya Ehresê ya girêdayî kantona Şehba kirin û mûm li ser gorên şehîdan vêxistin.

(şx)

ANHA

 


Mijarên Din