Malbatên Şehîdên Efrînê li pêşiya navenda Rûsiyeyê çalakiyek protestoyî lidar xist

Malbatên şehîdên Efrînê li dijî helwesta Rûsya ya li hemberî hewldanên parçekirina Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve çalakiyeke protestoyî li ber avahiya navenda Rûsyeyê ya lihevkirinan li dar xist.

Bi hezaran malbatên şehîdaên Efrînê yên ji ber hovîtiya dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê neçar mane ku derkevin Şehbayê, li ber avahiya navenda Rûsyayê ya lihevkirinan çalakiyeke protestoyî li darxistin û hewlseta Rûsya ya der barê parçakirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirkiyê ve şermezar kir.

Malbatên şehîdan li ber kampa Berxwedan kom bûn û ber bi navenda Rûsya ya lihevkirinana ya li gundê Wehşiya ve meşiyan.

Di meşê de pankartên "Ji dagirkeriya Tirkiyê re na, ji bêdengiya navdewletî re na " û "Avakirina qereqolên Tirkiyê li Efrînê parçebûna xaka Sûriyeyê ye" hilda bûn û dirûşmeyên şermezarkirina lihevkirinên navdewletî yên der barê çarenûsa gelê Sûriyê de hatin berzkirin.

Xwepêşandêran li ber navenda Rûsya ya lihevkirinan sekinîn. Paşê şandeyek ji malbatên şehîdan gulên reş li ber deriyê navendê danîn ku nîşandeya şermezariyê ye.

Piştî deqeyeke rêz endama Komîteya Dada Civakê ya Efrînê Şaziya Îbrahîm axivî, êrîşên Tirkiyê yên li ser Efrînê ku bi erêkirina Rûsya pêk hat şermezar kir û got: "Ji kuştina sivîlan re êdî bes e, em dixwazin dagirker ji xaka me derkevin û ev em li Efrînê vegerin. Çawa Rûsya destur da Tirkiyê ku Efrîn dagir bike!"

Şaziya destnîşan kir ku gelê Efrînê amade ye bi canê xwe Efrînê û herêmên dagirkerî rizgar bikin.

Paşê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ednan Şêx Mihemed jî axivî û got: "Rûsya qaşo ji bo parastina Sûriyê ji helwdanên parçebûnê hatiye, lê di nav gundên Efrînê de dîwar têne çêkirin."

Edanan Şêx anî ziman ku malbatên şehîdan wê  parçebûnê qebûl nekin, her wiha destnîşan kir ku beriya niha wan 3 peyam ji Rûsya re şandine û xwestin Tirkiyê ji Efrînê bêne derxistin.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Hesen Elî jî anî ziman ku "Malbatên şehîdan, parçekirina Sûriyê qebûl nakin û dê heta rizgarkirina warê xwe li ber xwe bibin. Divê Rûsiya li pêşiya şehîdên xwe yên ku li Stalin Gran li hemberî Hetler şer kirine, şerm bike, ji ber ku gelê Efrînê li hemberî Tirkiyê li ber xwe didin heta serkeftinê bi dest bixin."

Di çalakiyê de Hevseroka Meclîsa Kantona Şehbayê Wefa Mustefa binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê şermezar kir û bang li aliyên Sûriyê û yên herêmî kir ku helwesta xwe ji zêdegaviyên Tirkiyê zelal bikin.

Piştî axaftinan, nûnerê navenda Rûsya ya lihevkirinan li gundewarên bakurê Helebê soz da ku ew ê peyaman şêniyan bighîne rayedarên Rûsyê.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên banga derxistina dagirkeran ji herêmê û vegera li Efrînê bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din