Malbatên şehîdên Garê: Dewleta Tirk bi tu awayî nikare vîna gelê Kurd bişikîne

Malbatên şehîdan berxwedana Garê di merasîma sersaxiyê ya şehîdên Delîl Kobanê û Rêber Kokteb de soza şopandina rêya şehîdan da û destnîşan kirin ku dewleta Tirk çiqas hewl bide lê nikare vîna gelê Kurd bişkîne.

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê duh li goritina Şehîd Dîcle bi merasîmekê du şehîdên Berxwedana Garê Delîl Kobanê û Rêber Kokteb bi bîr anîn. Bi sedan şêniyên kantona Kobanê tev lê bûn.

Şehîd Ewnî Mehmûd (Delîl Kobanê) ji gundê Qeramux ê li rojhilatê Kobanê ye. Şehîd Îbrahîm Osman (Rêber Kokteb) ji gundê Koket ê li başûr rojhilatê Kobanê ye.

Têkildarî mijarê, Fatma Osman hevsera apê şehîd Rêber Kokteb sersaxî ji malbatên 15 şehîdên berxwedana Garê re xwest û got: “Ew hemû zarokên me ne. Ew şehîdên her çar parçeyên Kurdistanê ne. Em xwîna wan li erdê nahêlin.”

Her wiha dayîka Fatma êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên kurdî şermezar kirin û got: “Heta rizgarkirina tevahiya axa dagirkirî ji zulma dewleta Tirk em ê şopdarên rêyên şehîdan bin.”

Ezîz Mehmûd apê şehîd Delîl Kobanê jî got: “14 şehîdên malbata me hene. Delîl ne şehîdê yekemîn ê gundê Qeramux e ku ji bo welatê xwe şehîd dikeve. Em bi wan serbilind in. Ew pêşengên me ne.”

Mehmûd piştrast kir ku ew dê şopdarên rêya şehîdan bin û wiha domand: “Dewleta Tirk çendîn êriş bike, lê nikare vîna gelê Kurd bişkîne. Ne ji têkoşîna wan şehîdan bûya, em îro li vir kom nedibûn û me têkoşîna xwe heta vê kêliyê berdewam nedikir.”

Meclisa Malbatên Şehîdan vê sibê konê sersaxiyê ji bo malbatên her du şehîdan li Goristana  Şehîd Dicle vekir. Bi dehan şêniyên Kobanê û gundewarên wê herikîn bin konê sersaxiyê.

(şx)

ANHA


Mijarên Din