Malbatên şehîdên Gerîla: PKK partiya parastina gelên bindest e

Malbatên şervanên ku di nava refên Gerîla de şehîd bûne, diyar kir ku PKK nûnertiya şoreşa li dijî rejîmên faşîst dike û dengê gelên bindest li hember zordariyê ye.

27’ê Mijdarê salvegera 42’yemîn a damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye. PKK’ê di destpêka damezrandina wê de ji veguherandinê bû menbera gelên bindest û bangawaziya edalet, wekhevî û azadiya jinê.

Di partiyê de, bi hezaran şervanên xort û keç ji tevahî cinsiyetên cihêreng hene û ev jî cihê serbilindî ji malbat û civakên wan re ye, bi sedema nirxên li ser parastina wê dikin.

Dayika şehîd Ozgur, Fayze Xelîl wiha got: "Guleya yekemîn a ku şehîd Egîd avêtiye, bû destpêka berxwedana gelê Kurd, her wiha bi pêş ket û bû şoreşa gelên Rojhilata Navîn li hember dewleta Tirk a faşîst."

Fayze Xelîl da zanîn ku di dema ku rejîmên faşîst ên nijadperest ku hewl didan çandên Rojhilata Navîn têk bibin, PKK’ê xebata standina mafên gelên bindest dikir.

Fayze Xelîl eşkere kir ku ev partî ji bo têkoşîn û bidestxistina mafan e û hişt ku tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêgezên rêber Abdullah Ocalan ên biratiya gelan û jiyana hevbeş bandor bin.

Di axaftina xwe de Fayze Xelîl wiha pê de çû: "Ew ê şopdarên rêça kur û keçên xwe yên têkoşer bin, heta soza wan a avakirina welatekî demokratîk û azad ku tê de hezkirin hebe."

 ‘PEYAMA VEJÎNÊ’

Ferhad Mihemed Dîbo ku bavê 3 têkoşeran û şehîdekî li nava refên partiyê ye, diyar kir ku salvegera damezrandina PKK’ê  peyama vejînê ye.

Dîbo bi lêv kir ku rêwîtiya ku ciwanên wan bi keda xwe ya pîroz nexşe kiriye, bû rêya li pêş xurtkriina hebûna Kurd û parastina neteweya wê ji asîmîlekirina li hember şerên taybet ên li dijî gelê Kurd.

Der barê qurbaniyan de, Dîbo wiha got: "Ew li hember berdewama rêya têkoşîn û qurbaniyê ya ku ji salên 80’yî dest pê kiriye, comerd in. Ji ber di wan salan de, malên xwe kirin cihên perwerdeyê û avakirina kadroyên li ser guhartina rewşa civakê.

Dîbo li dawiyê bang li tevahî kurdan kir ku bi yek bin.

 ‘MAL VEGERÎN DENDIKA ŞOREŞGERIYÊ’

Dayika şehîd Rêzan, Emîne Ebdo wiha da zanîn: "Bi ragihandina damezrandina PKK’ê re, me malên xwe vegerandin dendika şoreşgeriyê di nava civakê de û li pêş tevlêbûna ciwanên me li nava refên şoreşê, nebûn asteng."

Li ser tevlêbûnê, dayika şehîd Rêzan, Emîn wiha bi dawî kir: "Ji bo pêdiviya bi avakirina welatekî tê de mafên garantor hebe, rê li pêş me hat vekirin tev li tevgera şoreşgerî ya PKK’ê bin."

(fr)

ANHA


Mijarên Din