Malbatên şehîdên Kobanê: Divê gelê Başûrê Kurdistanê rabe serhildanê

Malbatên şehîdên Kobanê bang li gelê Başûrê Kurdistanê kirin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser  Başûrê Kurdistanê rabe serhildanê. Malbatên şehîdan şehîdkirina endamê Konseya Serokatiya KCK`ê Diyar Xerîb ku ji aliyê dewleta Tirk ve hat şehîdkirin, şermezar kirin.

Malbatên şehîdên Kobanê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û bang li gelê Kurdistanê kirin ku li dijî dewleta Tirk rabin serhildanê.

Tirkiyê êrîşên bejahî û ezmanî li ser herêmên Başûrê Kurdistanê berdewam dike. Di encama van êrîşan de bi dehan sivîlên Başûrê Kurdistanê, di nav de zarok û jin şehîd bûn. Herî dawî di hefteya borî de Endamê Konseya Serokatiya KCK`ê Diyar Xerîb di encama bombebaranê de şehîd bû.

Malbatên şehîdên Kobanê ev êrîş şermezar kirin.

Şêniyê bi navê Ehmedê Pîrê diyar kir ku şehîdkirina têkoşer Diyar û hevalên wî di encama danûstandina hikumeta Başûrê Kurdistanê û dewleta Tirkiye de çêbû. Pîrê wiha got: "Diyar Xerîb û hevalên wî armanca wan a yekemîn biratiya gelan bû. Ev armanc jî bi siyaseta dewleta Tirkiyê ku dixwaze nasnameya Kurdan tine bike re, lihev nake."

Ehmedê Pîrê destnîşan kir ku bêdengiya hikumeta Başûr hîna hovîtî û sûcên Tirkiyê zêde dike û daxwaz ji şêniyên Başûr kir ku li dijî dagirker rabin serhildanê.

Şêniya bi navê Emîne Daban jî diyar kir ku rojan e sûcên Tirkiyê zêde dibin, ew yek jî di demeke ku aliyê herêmî û navnetewî derbarê binpêkirinên Tirkiyê de bêdeng in de çêdibin.

Her wiha Emîne bang li şêniyên Başûrê Kurdistanê kir ku dijî dijminê Kurdan rabin serhildanan.

Osman Hec Elî Osî jî wiha got: “Êrîşên Tirkiyê yên li ser gelê Kurdan ne nû ne, ew ji salên 80`î ve de heta roja me ya îro dewam in. Em bang li gelê Başûrê Kurdistanê dikin ku li pêşiya êrîşên dewleta Tirkiyê û bêdengiya hikumeta Başûr bisekinin. Bêdengiya hikumeta herêmê mirov matmayî dihêle.”

(jo/bm)

ANHA


Mijarên Din