Malbatên şehîdên komkujiya Til Rifetê: Divê rêxistinên mirovî hew bêdeng bimînin

Malbatên şehîdên komkujiya Til Rifetê bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî kirin ku komkujiyên dewleta Tirk a dagirker li dijî zarok û jinan rawestînin.

Malbatên şehîdên komkujiya Til Rifetê diyar kirin ku rêxistinên hiqûqî û navdewletî berpirsên komkujiya li dijî sê siyasetmedarên jin ên ku li kantona Kobanê hatin şehîdkirine. Ji ber ku sûcên Tirkiye yên li dijî jin û zarokan paşguh dikin.

Malbatan bi rêya Ajansa Nûçeyan a Hawarê behsa komkujî û sûcên artêşa Tirk a dagirker li dijî sivîlan a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin.

Dayîka zarokê şehîd Arêf Esmehan Hesen li ser êrîşa got: “Dewleta Tirk a dagirker di pêkanîna komkujiya Til Rifet û Aqîbê de sînordar nema, li dijî siyasetmedarên jin ên li gundê Helincê li Kobanê komkujiyek din pêk anîn. Her wiha beriya wê jî siyasetmedar Hevîrn Xelef qetil kiribûn .”

RÊXISTINÊN NAVDEWLETÎ SÛXÊN ARTÊŞA TIRK A DAGIREKR PAŞGUH DIKIN

Esmehan bal kişand ser bêdengî û helwesta rêxistinê mafê mirovan û wiha domand: “Rêxistinên mafên mirovan sûcên artêşa Tirk a dagirker li dijî zarok û jinan paşguh dikin ku tevî sûcên dewleta Tirk sûcên li dijî nirx û pîvanên mirovahiyê ne.”

Di dawiyê de Esmehan bang li rêxistinên hiqûqî û navdewletî kirin ku sûcên Tirkiyê rawestînin û rê li pêşiya sûcên wê yên ku çarçoveya mirovahiyê derbas dikin, bigirin.

Bavê zarokên şehîd Mihemed û Semîr, Ebdulrehman Hiso jî helwesta xwe ya li dijî êrîş û komkujiyên dewlet Tirk nîşan da û got: Dewleta Tirk a dagirke komkujiyan dinli ber çav û guhên rêxistinên hiqûqî û NY`î pêk anî. Tevî van hemû kiryar û hovîtiyên dewleta Tirk a li ser jin û zarokan jî hesab jê nayê xwestin. Herî dawî li Kobanê 3 jin qetil kirin.”

Hiso herî dawî ev got: “Artêşa Tirk a dagirker asta pêkanîna sûcên kuştin û destavêtin li dijî zarok û jinan zêde dike. Ji ber ku rêxistinên têkildar li hember sûcên wê bêdeng in. Divê rêxistinên mirovî li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker dawî li bêdengiya xwe bînin.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din