Malbatên zarokên komkujiya Til Rifetê banga hesabxwestina ji dewleta Tirk kir

Malbatên zarokên komkujiya Til Rifetê cilên cejnê ji zarokên xwe yên şehîd re kirîn û serdana gorên wan kirin. Malbatan bang li rêxistinên têkildarî mafên zarokan kir ku destwerdanê bikin û hesab ji sûcdaran bixwazin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 2`ê Kanûna 2019`an de li dijî zarokên Efrînê yên koçberî herêmên Şehbayê bûne, komkujiyek pêk anî. Di komkujiyê de 10 kesên ku 8 ji wan zarok bûn şehîd bûn û 13 kesên din jî birîndar bûn.

Malbatên şehîdên komkujiya Til Rifetê bi hesreta wendakirina zarokên xwe Cejna Remezanê pêşwazî kir. Di sibeha roja yekê ya cejnê de, malbatên zarokên şehîd serdana gorên zarokên xwe kirin û cilên cejnê, şekir û gul danîn ser gorên wan. 

Bavê her du zarokên şehîd Semîr Hiso (9) û Mihemed Hiso (15) Ebdulrehman Hiso ji ANHA`yê re wiha got: "Ev cejna yekê ye ku bêyî zarokên me derbas dibe. Beriya cejnê, zarokên min û hevjîna min xwest em cilên cejnê ji Mihemed û Semîr re jî bikirin, ji ber ku ew hîs dikin ku hîna di nava me de ne û bi me re ne."

Ebdulrehman Hiso bang li rêxistinên mafên mirovan û mafên zarokan kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û li ser komkujiya Til Rifetê ku dewleta Tirk li dijî zarokan pêk aniye, jê hesabê bixwazin.

Esmehan Xelo ku dayika zarokê şehîd Arif Mihemed e (6), wiha dibêje: "Min cilên cejnê ji kurê xwe yê şehîd re kirîn. Ev cejna yekê ye ku em bêyî Arif pêşwazî dikin. Di sibeha cejnê de min serdana gora lawê xwe kir. Min jê re got "min ji te re cilên cejnê anîn."

Esmehanê bang li rêxistinên hiqûqî û aliyên têkildar kir ku destwerdanê bikin, da ku komkujî û binpêkirinên li dijî wan û zarokên wan dubare nebin û wiha got: "Tevî her tiştê me dîtiye jî, em bi hêvî ne ku di demeke nêz de vegerin Efrînê."

(cx)

ANHA


Mijarên Din