Malpera Swêdê: Tirkiyê dihêle pirtûkên propagandaya terorîzmê dikin, bên firotin

Malpera Nordic Monitor kifş kir ku Tirkiye firotina pirtûkên ku bangewaziya terorê dikin, qedexe nake.  Her wiha wekî pirtûkên "Oldarên tundrew ên di Rêxistina El-Qaîdê de" ku bi awayekî aşkera banga terorê li ser dika bazirganiya elektronîk li Tirkiyê dikin. Ew jî tevî qedexeya ku dadgeriya Tirkiyê ku di 2016’an de derxistiye, pêk tê.

Malpera Nordic Monitor a Swêdê bal kişand ser ku hin pirtûk û gotarên ku li malpera elektronîk a taybetiya firotina pirtûkan hatin belavkirin û di nav de pirtûka amerîkî bi kokê xwe ji Yemenê ye bi navê Enwer El-Oleqî ya bi serenavê "44 rêyên piştevaniya cîhadê, El-Qaîde û DAIŞ’ê" heye.

Pirtûk di 27’ê Gulana 2019’an de li ser malpera n11.com hate belavkirin.

Dadgerê aştiyê ya Dadgeha Sûcan, pirtûk li parêzgeha Mêrsîn a Tirkiyê ya li nêzî sînorê Sûriyê di 2’yê Sibata 2016’an de qedexe kir.

Bbiiryara dadger belavkirina pirtûka El-Oleqî ya elektronîk qedexe kir. Lê tevî wê jî n11.com da ku li hember biryara qedexekirinê bisekine, belav kir.

Malpera n11.com di 2012’an de li Stenbolê fena projeya hevpar di navbera koma Doguş de ku koma alîgiriya Recep Tayyîp Erdogan dike, hate avakirin.

Tê texmînkirin ku El-Oleqî mirovekî oldar e ku serbaz Nîdal Malik Hesen ji bo êrîşkirina guleyê di 5’ê Mijdara 2009’an dehf daye û di encamê de 12 leşkerên DYA’yê û bijîşkek di baregeha Fort Hod a artêşê li Teksasê de jiyana xwe ji dest da.

Li aliyekî dîtir jî Umer Faroq Abdulmutelêb ji Nîjeryayê ye ku hewl da balafira girêdayî kargeha Northwest Airlinesê di dema daketina wê de li Detroitê roja sersala 2009’an biteqîne, ew jî ji şagirtên El-Oleqî ye.

El-Oleqî di êrîşa DYA’yê ya firokeya bêpîlot a sala 2011’an de hate kuştin.

n11.com malpera xwe ji bo firotina pirtûkên tundrew û terorîst bi kar tîne. Her wiha kargeha Nordic Monitor hin lêpirsîn aşkere kirin. Bi nimûne pirtûka bi serenavê" Hezkiriyên nezewiciyên firdosê" ya ku Abdullah Yûsiv Ezam nivîsandiye. Ew jî ji Filistînê ye û endamê damezrîner a Rêxistina El-Qaîdê ye.

Ezam yê bi nasnav Ebû Cîhad El-Alemî xwe gihand hin ciwanên Tirk bi rêya xebatên wergerandinê weke vê pirtûkê. Ev pirtûk jî 150 terorên ku di dema hebûna Soviyet li Afganistanê de ku di sala 1989’an de hatine kuştin, vedijîne.

(fr)


Mijarên Din