​​​​​​​Malpereke Siwêdî: Erdogan emeliyeta rakirina tûmorekî penceşêrê kiriye

Tîma Erdogan hewl da emeliyeta Erdogan a rakirina tûmorekî penceşêrê veşêre. Ji ber ku eşkerekirina rewşa xerab a tenduristiya serokkomarê Tirk dê hêzê bide dijberên wî, ku dê êdî Erdogan ji peywira serokatiyê re guncew nebînin.

Malpera Nordic Monitor got, serokkomarê Tirk Recep Tayyîb Erdogan rastî emeliyeteke rakirina tûmorekî penceşêrê hatiye û bi nexweşiya Epilepsy ketiye. Her wiha dibe bandorên din li ser tenduristiyê bike û sedema hin kiryarên wî yên ne birêxistinkirî be ku çavdêriyên derve di şoqê de dihêle.

Li gorî malperê, Erdogan ji penceşêra kolon xilas bûye û di 26`ê Mijdara 2011`an de dema ku 57 salî bû rastî emeliyetekê hatiye. Li gorî çavkaniyên ku haya wan ji rewşa tenduristiya Erdogan heye, wê demê di testê de nexweşiya penceşêrê bi Erdogan re hatiya tespîtkirin ku gelek pirsgirêk di xwarinê de didîtin.

Ji tirsa hikumeta Erdogan û xeteriya li ser jiyana wan, nasnameya çavkaniyan nehat eşkerekirin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku hikumeta Erdogan ku ji sala 2016`an ve,  zêdetirî 20 hezar bijîşk û hemşîreyên pispor ji kar avêtin û girtin.

cx


Mijarên Din