'Mam Zekî Şengalî dîroka têkoşîneke mezin e'

Êzidiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Mala Êzidî ya Helebê şehîd Mam Zekî Şengalî bi boneya salvegera duyemîn a şehadetê de bi bîr anî.

Îro 15’ê Tebaxê salvegera duyemîn a şehadeta endamê Koordînsayona Civaka Êzidî û endamê Desteya Rêveber a KCK`ê şehîd Îsmaîl Ozden(Mam Zekî Şengalî) ye. Mam Zekî Şengalî di dema vegera ji merasîma bîranîna şehîdên komkujiya gundê Koco yê Şengalê de dewleta Tirk a dagirker erebeya ku ew tê de bû hedef girt û di encamê de şehîd bû.

Bi vê boneyê Yekitiya Êzidî ya herêma Efrîn û Mala Êzidî ya Helebê daxuyaniyek da, her wiha Mala Êzidî ya herêma Cizîrê jî li ser malpera xwe ya fermî ya tevna civakî daxuyaniyek da ku tê de Mam Zekî hat bibîranîn.

Bi dehan endamên Yekitiya Êzidî û endamên Yekitiya Jinan a Êzidî li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê kom bûn ku beşdarî daxuyaniyê bibin, daxuyanî bi zimanên erebî û kurdî ji hêla Orîvan Menan û Esed Marko ve hat xwendin. Her wiha li bajarê Helebê jî li pêş Mala Êzidî ya li beşa rojavayê taxa Şêxmeqsûdê endama Mala Êzidî Xanim Husên daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Dîroka Mam Zekî dîroka têkoşîna mezin a di civaka Kurdistanê bi giştî û civaka Êzidî bi taybet de ye, her wiha Mam Zekî roniya rêya azadî û biratiyê bû. Keda Mam Zekî hişt ku Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê bê avakirin da ku bibe bendava xurt li hember fermanên li dijî êzidiyan pêk hatine. Her wiha avakirina Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê bersiva bêdengiya hêz û dewletan li hember êrişên 3’yê Tebaxa 2014’an ên li dijî Şengalê bû.

Şehîd Mam Zekî asta morala şengaliyan bi rêya xwerêvebirin û parastina Şengalê de bilind kir. Her wiha Mam Zekî piştevaniya gel di beşdarbûna her boneyan de kir. Ew jî li xweşiya dewleta Tirk nehat û ajanên xwe yên li Şengalê xistin derwriya şopandina tevgerên wî."

Daxuyaniya Mala Êzidî ya Herêma Cizîrê

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Wek îroj ji 2018’an li rêya vegera ji gundê Koco yê Êzidî de Mam Zekî piştî Fermana Şengalê di sûcekî dermirovî re derbas bû û di encamê de şehîd bû.

Agahiya şehadeta Mam Zekî li ser kurdan bi giştî, bi taybet li ser êzidiyan karesaetek bû.

Osmaniyên nû gihaştin ber deriyên mala me, gihaştin Şengalê ku dîsa komkujiyan pêk bînin.

Em vê sûcê kirêt ku li pêş çavên cîhanê pêk hatiye ku ji bo me êş û azareke mezin bû bi bîr tînin. Her wiha pergala cîhanî ya hegamonî ya ku sûcên Erdogan û alîgirên wî li dijî dewletên cîran û gelan dibîne şermezar dikin.

Mam Zekî Şengalî sembola pêşeng di bîrewariya êzidî û tevahî kurdan de ye, her wiha li ser fikra ku wî ji Rêxistibûyîna Tevgera Rizgariya Kurdistanê girtiye dimeşîn. Ji ber wê ew nemir e. Bijî şehîdên rûmetê, bijî Mam Zekî yê ku di 15’ê Tebaxê de şehîd bûbû ku nîşaneya vejîna nû ye.

Mam Zekî dê di dîrokê de hezkiriyê bi milyonan be."

(fr)

ANHA


Mijarên Din