Mam Zekî Şengalî li Şehbayê hate bibîranîn

Endamê Koordînasyona Civaka Êzîdî Şehîd Mam Zekî di salvegera yekemîn a şehadeta wî de bi meşeke mişeleyî li kantona Şehbayê hate bibîranîn.

Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) 15’ê Tebaxa 2018’an, dema ji bîranîna qurbaniyên komkujiya gundê Koço yê Şengalê vedigeriya, bibû hedefa bombebarana balafirên dewleta Tirk a dagirker.

Yekitiya Êzidiyan a Herêma Efrînê îro bi meşeke mişleyî şehîd Zekî Şengalî bi bîr anî.

Bi dehan şêniyên Efrînê yên li kantona Şehbayê ji bo bîranîna şehîd Zekî Şengalî li rêya di navbera gundên Til Qerah û Kampa Seremê de hatin bav hev û ber bi qada kampa Serdemê ve meşiyan.

Di meşê de mişele, wêneyên şehîd Zekî Şengalî û alên Yekitiya Êzidiyan hatin hildan û dirûmeyên dilsoziya bi şehîd Zekî Şengalî û silavkirina berxwedana Şengal û Efrînê hatin berzkirin.

Meşê li qada Kampa Serdemê rawestiya. Li vir Daxuyaniyek bi zimanê Kurdî û Erebî hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate got "Salek beriya niha mîna wê rojê destê xedirê yê dewleta Tirk bi balafiran Mam Zekî Şengalî kir hedef. Mam Zekî Şenalî sûtnê sereke yê tevgera azadiyê bû û sembola têkoşîna Kurdên Êzidî bû."

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din

Ebdî, Boris pîroz kir