Mamoste û xwendekaran Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

Mamoste û xwendekarên kantona Kobanê û Hesekê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî şahî li dar xistin. Her wiha bawernameyên ziman hatin belavkirin.

Bi hezaran mamoste û xwendekarên kantona Kobanê û Hesekê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî şahî li dar xistin. Her wiha bawernameyên ziman hatin belavkirin.

Li navçeya Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Hesekê, Til Temir û Kobanê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî şahî hatin lidarxistin. Bi dehan mamoste û xwendekar tev li şahiyan bûn. Di şahiyan de axaftin hatin kirin, her wiha Cejna Zimanê Kurdî li tevahî xwendekar û mamosteyan hat pîrozkirin.

Her wiha 50 mamosteyên serkeftî ji aliyê Komîteya Zanist û Perwerdeyê ve hatin xelatkirin û bawername li wan hatin belavkirin

Paşê stran û dîlanên şoreşgerî hatin pêşkêşkirin. Şahî bi stran û dîlanan bi dawî bû.

(bx)

ANHA


Mijarên Din