​​​​​​​Mamosteyên Deşîşa:Divê sûcdar bikevin lîsteya terorê

Mamosteyên bajaroka El-Deşîşa ya kantona Hesekê bang li Meclisa Ewlekariya Navdewletî kirin ku çeteyên artêşa Tirk ên bi navê"Artêşa Wetenî"bixin lîsteya terorê de.

Bertekên li dijî êrişên artêşa Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin  banga xistina çeteyên Tirkiyê di lîsteya terorê de kirin.

Bajaroka Deşîşa  40 km dikeve başûrê rojavayê Şedadê ya kantona Hesekê. Mamostayê navçeya Deşîşa êrişên artêşa Tirk ku hêj li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam in şermezar kirin. Tê zanîn ku di encama êrişên artêşa Tirk de 400 sivîl bûn qurban di nav wan de jin û zarok jî hebûn.

Mamoste Besam Îbrahîm wiha anî ziman, dewleta Tirk û çeteyên xwe dema bi îdîaya avakirina"herêma ewle"derbasî herêman bûn, kiryarên qetilkirin, wêrankirin, talankirin û revandina jinan pêk anîn.

Besam Îbrahîm wiha anî ziman, kiryarên DAIŞ`ê û kiryarên dewleta Tirk yek in, her du jî dema derbasî herêmê dibin tirs û xofê dixin nava welatiyan û fikirê terorîstan belav dikin. Ev jî nîşana pêşwaziya dewleta Tirk ji çeteyan re, da ku li dijî QSD`ê şer bikin û bi navên cuda wan derbasî bakurê Sûriyê bike.

Îbrahîm got: “Armanca dewleta Tirk ji kiryarên teroîstane, guhartina demografiya herêmê, derxistina nakokiyên di navbera pêkhateyên herêmê de ye. Nîşana vê yekê kiryarên li Efrîn, Cerablus û lêkirina dîwarên parçekirinê yê li Efrînê. Li gel ku koorîdor di navbera Tirkiyê û Efrînê de vekir, da ku bike wîlayetek xwe û zimanê tirkî lê bide mişandin.”

Îbrahîm bal kişand ser ku dewleta Tirk kiryarên xwe bi rêya "Artêşa Wetenî ya Sûrî" dide meşandin, ji ber vê yekê divê Meclisa Ewlekariya Navdewletî kesên kiryarên sûcan pêk tînin divê bikevin lîsteya terorê de.

Mamoste Hemada Ferec axivî û got: “Li Sûriyê di asta herî jor de dewleta Tirk piştgirtiya çeteyên DAIŞ`ê dike. Isbata vê yekê jî dan û standina dewleta Sûriyê û Tirkiyê ye, beriya ku QSD`ê çeteyan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe. Li gel ku petrol bi nirxekî buha dikirî, çek û leşker bi rêya koorîdora fermî derbas dikir, niha jî bi navên cuda çeteyan derbasî herêmê dike.”

Ferec bal kişand ser rastiya dewleta Tirk û çeteyên wê ku li dijî sivîlên li Bakurê Sûriyê yên nêzî sînor komkujî pêk anîn û wiha axivî: “Li gel vê yekê jî dewletên navdewletî bê deng e, lewma em banga xistina van sûcdaran di lîsteya terorê de dikin.”

(eh)

ANHA


Mijarên Din