Mamosteyên Dirbêsiyê: Heta Rêbertî azad bibe em ê çalakiyên xwe bidomînin

Mamosteyên navçeya Dirbêsiyê diyar kir ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan li dijî qanûnên navnetewî ye û got ew ê xeta têkoşînê bidomînin heta Ocalan azad bibe.

Dewleta Tirk a dagirker tecrîdeke girankirî li dijî rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye, destûr nade malbat û parêzeran ku serdana wî bikin. Di vê derbarê de mamosteyên navçeya Dirbêsiyê bang li rêxistinên hiqûqî kir ku fişarê li dewleta Tirk bikin da ku rê bide malbat û parêzeran ku hevdîtinê bi Ocalan re bikin.

Mamosoteyê zimanê Kurdî Mesûd Elî got: "Rewşa niha cuda ye, ramanên rêber Abdullah Ocalan rêya ma ronî kir û li cîhanê belav bûn.”

Elî anî ziman ku Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan bi rêya êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam e.

Mamoste Sultana Mecîd got: "Çalakiyên me wê berdewam bin heta Ocalan azad bikin û pê re bi aştî bijîn."

Sultana anî ziman ku nêzîkatiyên Tirkiyê yên li dijî rêber Abdullah Ocalan binpêkirinên qanûnên navdewletî ye.

Mamoste Dogan Hesen jî wiha axivî: "Ji mafên mirovan e ku azad bijîn, girtina Ocalan ji beriya 21 salan ve hemû pîvanên hiqûqî û mirovî binpê dike."

Mamosteyan banga azadiya Ocalan kir û got: "Rêxistinên mafên mirovan çi karî dikin heta azadiyê bidin hemû mezlûman û Ocalan xwediyê ramanên azad, heta niha di girtîgeha Îmraliyê de girtî ye û ji mafên xwe bê par maye."

ANHA


Mijarên Din