Mamosteyên Girê Spî: Heke şer çêbe, em ê hemû di çeperan de bin

Li dijî gefên Tirkiyê yên li ser herêmê, îro bi sedan mamosteyên bajarê Girê Spî beşdarî çalakiyên mertalên zindî bûn. Mamosteyan tekez kir ku heke Tirkiye şer bike, dê mil bi mil li gel hêzên xwe yên leşkerî bin.

Li dijî gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îro bi sedan mamosteyên kantona Girê Spî beşdarî çalakiya konê mertalên zindî bûn. Konê çalakiyên mertalên zindî di 18`ê Tîrmehê de li taxa Minbetih a Girê Spî hate vegirtin.

Di bernameya çalakiyê ya îro de li ser navê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya navçeya Silûk a Girê Spî, mamoste Mistefa El-Halûl axivî û got: "Bi saya şehîdan em gihaştin vê qonaxê, bi saya wan teror têk çû, em bi aramî û aştî dijîn, ji ber vê yekê tişta ku dikeve ser milê me, parastina destkeftiyan e."

Mistefa El-Halûl diyar kir ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve, armanca Tirkiyê tevlihevî û têkbirina aramiya bajarokê wan e, ji ber vê yekê ew bi tu awayî rê nadin Tirkiyê ku destwerdana kar û barên Sûriyê bike û gefan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bixwe.

Paşê endama rêveberiya Komîteya Jinan a Kantona Girê Spî Fatmê Şikirî axivî û gefên Tirkiyê yên li ser herêmê şermezar kir û wiha pê de çû: "Li dijî zêdegaviyên Tirkiyê yên ji xaka Sûriyê, mm ê wek mamoteyan li sînorê Tirkiyê mertalên zindî bin."

Fatima Şikirî angaşta "parastina sînorê xwe" ya Tirkiyê red kir û bal kişand ser girîngiya gel bi xwe çarenûsa xwe diyar bike.

Her wiha di bernameya  çalakiyê ya îro de hevserokê Komîteya Perwerdeyê ya şaxê navçeya Eyn Îsa, Hisên Mihemed jî axivî û got: "Em îro di bin vî konî de kom bûne da ku em ji cîhanê re û di serî de ji dewleta Osmanî re ku li herêmê bi hincetên bêbingeh hewldana avakirina împaratoriyê  dike, bibêjin em destwerdanên kar û barên vî welatî red dikin û tekez dikin ku em bi aramî û ewlehî dijîn."

Hisên Mihemed di dawiyê de got: "Heke Tirkiye bijarteka şer hilbijart, em ê di çeperên şer de mil bi mil li gel hêzên xwe yên leşkerî bin."

(eh)

ANHA 


Mijarên Din