Mamosteyên Girê Spî ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven meşiyan

Bi dirûşma "Em piştgiriya berxwedana we dikin û serkeftin a me ye" bi sedan mamoste û şêniyên bajarê Girê Spî meşek li dar xist û daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.

Îro bi sedan mamsote û şêniyên kantona Girê Spî ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê meşek li dar xist. Meş ji pêşiya navenda perwerdeyê dest pê kir, di nav kolanên bajêr re heta Çerxerêya El-Elem a başûrê bajêr meşiyan.

Şêniyan wêneyên çalakvanên grevên birçîbûnê û pankartên li ser nivîsa "Azadî wateya têkoşîna jinan e, berxwedana jinan berxwedaneke rast e, bijî berxwedana zindanan, bijî berxwedana Leyla Guven" hildabûn.

Bi gihaştina çerxerêyê re, mamoste Ebîr Hac Elî bi navê mamosteyên Girê Spî axivî û wiha got: "Mînakên Leyla Guven di vê neteweyê de pir in, em wek mamoste li kêleka berxwedana Leyla Guven û hemû çalakgerên greva birçîbûnê disekinin û hêvî dikin ku daxwazên wan pêk werin."

Paşê Seroka Komîteya  Jinan a Kantona Girê Spî Hîva Omer di destpêka axaftina xwe de silavek ji çalakger Leyla Guven re şand û wiha got: "Leyla Guven bi îradeya bihêz û israra pêkanîna armanca xwe li ber xwe dide. Leyla Guven ne tenê berxwedan e, ew veguheriye felsefeya jiyana azad û mirovahiyê, ji bo tecrîdê li ser rêber Ocalan û hemû girtiyên xwedî nêrîna azad, bişikîne."

Hêjayî gotinê ye ku çalakiya hevseroka KCD`ê û parlamentera HDP`ê Leyla Guven derbasî roja 174’an rojan bû. Her wiha bi hezaran çalakger di zindanên Tirkiye û gelek dewletên cîhanê di greva birçîbûnê de ne da ku tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din