Mamosteyên Hesekê: Zimanê me berhema keda şehîdan e

Mamosteyên Hesekê diyar kir ku tu kes nikare meteryalên kurdî li herêmên Rojavayê Kurdistanê rake û piştrast kir ku perwerdeya bi zimanê dayikê berhema keda şehîdan e û tu kes nikare rake.

Encûmana Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di dan û standinên ku bi armanca yekitiya Kurd de li dar dikevin, daxwaza rakirina meteryalên kurdî û vegera li meteryalên hikumeta Şamê kir.

Mamsoteyên zimanê kurdî yên li Hesekê nerazîbûna xwe ji şerta ENKS’ê rave kir û red kir. Mamosteyan destnîşan kir ku xewna gelê Kurd bi rêya perwerdeya zarokan û axaftina bi zimanê dayikê pêk hat.

Mamoste Zîlan Hiso da zanîn ku ENKS’ê qaşo ji bo pêkanîna yekitiya Kurd daxwaza rakirina meteryalên kurdî li Rojava kir û wiha domand: "Perwerdeya bi zimanê dayikê berhema keda me ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye. Divê yekitiya Kurd dûrî zimanê ku ENKS’ê wê wek hincet daniye, pêk bê."

Zîlan Hiso wiha domand: "Tu kes nikare meteryalên kurdî li herêmên Rojava rake. Ji ber bi saya keda şehîdan em gihîştin vê pêvajoyê."

 ‘ZIMANÊ ME BEDENA ME YE Û DIVÊ PARASTINA WÊ BIKIN’

Mamoste Ronahî Mela Reşîd destnîşan kir ku perwerdeya bi zimanê dayikê xewnek bû û wiha pê de çû: "Bi rêya şoreşa Rojava şansek bi dest me ket ku em hînî zimanê xwe yê kurdî bibin, nifş û zarokên xwe fêr bikin."

Ronahî Mela Reşdî da xuyakirin ku pêkhatina yekitiya Kurd di navbera partiyan de rêya rizgariya wan ji zilm û zordariyê ye. Divê yekitî li ser hesabê rakirina perwerdeya bi zimanê dayikê pêk neyê.

Her wiha Ronahî di berdewama gotina xwe de got: "Em bi rêya parastina zimanê xwe daxwaza mafên xwe yên çandî dikin. Ji ber ku ew îsbata nasname, hevbûn û kovneşopiyên me ne."

Ronahî Mela Reşîd wiha gotinên xwe bi dawî kir: "Bêyî zimanê dayikê, vegerandina mafên jidestdayî ne pêkan e. Em zimanê xwe bernadin, ji ber nûnertiya hebûna me dike."

Mamoste Malik Elî jî bang li tevahî gelê Kurd kir ku parastina zimanê kurdî yê dayikê û dibistanê xwe bikin. Ji ber ku ziman beden e û divê parastina wê bikin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din