Mamosteyên Serêkaniyê derbasî dewreyên perwerdeyê bûn

8 sed û 30 mamoste beşdarî dewreya perwerdeyê ku Rêveberiya Dibistanan a Herêma Serêkaniyê vekirbû, bûn.

Piştî dawîbûna sala xwendinê ya sala 20182019, Rêveberiya Dibistanan a Herêma Serêkaniyê bi armanca pêşxistina aliyê perwerde, fêrkirin, zêdekirina agahiyan, awayê dayîn û standinê bi xwendekaran re, dewreyên perwerdeyê ji mamosteyan re vekir.

Di van dewreyan de 8 sed û 30 mamsoteyên ji pêkhateya Kurd û Ereb beşdarî bûn. Dê perewrde 23’ê  rojan ji seat 8`ê sibehê heta 12 nîvro dewam bike. Perwerde dê li Dibistana Şehîd Rûşîn ji pêkhateya Kurd re û Dibistana Şehîd Arciwan ên li navenda bajêr, Dibistana Şehîd Salih Elî li bajarokê Menacîr û Navenda Şehîd Tolhildan li gundê Diwîrê ya girêdayî bajarokê Til Helef a herêma Serêkaniyê, were dayîn.

Derbarê mijarê de, komîteyên şopandina Rêveberiya Dibistanan li hemû navend, dibistanên Serêkaniyê, dibistanên bajarokan û gundên derdora kantona Hesekê geriya û rewşa meşdandina perwerdeyê lêkolîn bike û pêdiviyên navend û dibistanan peyda bike.

Endama rêveberiya komîteya şopandinê di Rêveberiya Dibistanan a kantona Hesekê Leyla Bonceq destnîşan kir ku îro dewreyên perwerdeya mamosteyan li hemû herêmên Cizîrê dest pê kirin û dê 23’ê rojan dewam bike.

Leyla diyar kir ku armanca vekirina dewreyên perwerdeyê ji mamosteyan re, pêşxistin û perwerdekirina wan di rêbazê danûstandinê bi xwendekaran re û semînerên zanyarî ji wan re lidar bixin, da ku pişta xwe bidin xwe.

Bonceq di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku wan di gera xwe ya li navendên perwerdê li navendên herêma Serêkaniyê de, rêyên perwerdeyê baş dîtin.

Hêjayî bibîr xistinê ye ku piştî dawîkirina perwerdeyê, dê mamoste derbasî ezmûnan bibin. Paşê dê li dibistanên li herêma Serêkaniyê û gundewarên wê ferz bikin.

 


Mijarên Din