Mamosteyên zimanê Kurdî: Perwerdeya bi zimanê dayikê, mafê hemû gelan e

Mamosteyên zimanê Kurdî daxwaza ENKS`ê ya vegerandina perwerdeya bi meteryalên hikumeta Şamê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rexne kirin û diyar kirin ku ev daxwaz dikeve xizmeta dijminên gelê Kurd.

Mamoste Zozan Bîlal daxwaza ENKS`ê ya rakirina perwerdeya bi zimanê dayikê şermezar kir û got: "Zimanê me bingeha hebûna me ye û em daxwaza ENKS`ê ya rakirina meteryalên zimanê Kurdî napejirînin. Em ê perwerdekirina xwendevanan bi zimanê Kurdî berdewam bikin."

Zozan da zanîn ku şoreşa Rojava bi saya şehîdan, gelek destkeftî bi dest xistin. Yek ji wan destkeftiyan jî fêrkirina zarokan li ser meteryalên bi zimanê Kurdî ye, ji ber wê yekê ew dest ji xeyalên şehîdan bernadin.

Li aliyekî din jî mamoste Nezîra Reşîd destnîşan kir ku daxwaza ENKS`ê xizmeta dijminên gelê Kurd dike û wiha berdewam kir: "Fêrbûna bi zimanê dayikê ji gelê Kurd re xewnek bû. Lewma weke mamoste em ê fêrkirina zarokan bi zimanê Kurdî berdewam bikin."

Her wiha mamoste Bêrîvan Receb daxwaza ENKS`ê ya betalkirina fêrbûna bi zimanê Kurdî red kir û got: "Perwerdeya bi zimanê dayikê mafê hemû gelan e.”

ANHA


Mijarên Din