Maskeyan çêdike û li gund belav dike

Dirûnkar Şoreş Şêx Dawid ê ji gundê Qeremanî yê Dirbêsiyê, maskeyan çêdike û li şêniyên gund belav dike.

Vîrusa Koronayê di kanûna 2019’an de li bajarê Wuhan ê Çînê derket û belavî hemû cîhanê bû. Hewldanên pêşîlêgirtina li ber belavbûna vê vîrusê bê navber didomin.

Bi belavbûna pandemiya Koronavîrûs re xwesteka maskan jî zêde dibe ku yek ji alavên xweparastinê ji vê vîrûsê ye. Lewra mask zû peyda nebin, di heman demê de buhayê wan jî bilind bûye.

Dirûnkarê bi navê Şoreş Şêx Dawid ji gundê Qeremanî yê ku dikeve rojavayê navçeya Dirbêsiyê maskan çêdike û bê pere li şêniyan belav dike.

Şoreş rojane 200 maskan çêdike û bi şêwira bijîşkekî pispor bi madeyên tibî dezenfekte dike.

Şoreş ji ANHA‘yê re got: "Piştî belavbûna vîrûsa Koronayê li tevahî cîhanê û ji ber kêmbûna maskan û bilindbûna buhayê wan li herêmên me, min dît ku pêwîste ez bi xwe maskan çêbikin û bê pere li şêniyan belav bikin."

Şoreş anî ziman, beriya Koronayê derkeve wî cilên jinan didirût, piştî biryarên Rêveberiya Xweser ên derbarê xweparastina ji vîrusê û ragihandina qedexeya derketina derve de xwest ku xizmeta şêniyan bike.

Şoreş wiha domand: "Min jî xwest ku xizmeta şêniyan bikim. Ger beşek biçûk be jî nehêlim Koronavîrusê li herêmên me belav bibe. Ji ber vê yekê ez maskan çêdikim."

Şoreş diyar kir ku hevalekî wî ji gund di vî karî de jê re dibe alîkar û bi hev re maskan çêdikin û bi şêwra bijîşkekî pispor wan dezenfekte dikin.

Şêx Dawid destnîşan kir ku ew ê maskan ji bo şêniyên gundên derdorê re jî çêbike.

Alîkarê Şoreş, Ehmed Silo maskan dezenfekte dike, li ser vê yekê wiha dibêje: "Destpêkê me odeya kar dezenfekte kir, piştre me mask bi madeyên tibbî dezenfekte kir."

Şêniyên gund spasiya dirûnkar Şoreş û hevalê wî kirin û hêviya serkeftinê jê wan re xwestin.

ANHA


Mijarên Din