Mastê kelandî.. xwarineke gelêrî û jêdera qûta malbatan e

Mastê kelandî xwarineke gelêrî ye û di nav şêniyan de tê naskirin. Di mewsimeke taybet de tê çêkirin. Jin wek xwarineke sereke ser maseyê datînin, her wiha bûye jêderek aborî ji her malekê re.

Dayîka bi navê Fayîze Ebdilrehman Golîn (49) dayîka 3 keç û kuran e. Yek ji jinên karker e. Ji bo debara malbata xwe karê dirûnkariyê kir û dikaneke fol bi rêve dibe.

Dayîka Fayîze li kêleka karê xwe dirûnkarî û amadekirina xwarinên gelêrî "fol, humis û felafil", çêkirina tevahiya cureyên mûnê, mastê kelandî, penêr, miloxiyê, tirşo û şîranî dizan e. Bi pisporiya xwe di çêkirina mastê kelandî de, bû wek çavkaniya aborî ji malê re. Dayîka Fayîze ji bo debara malê sûdê ji çêkirina mastê kelandî digire. Fayîze piştî ku ji cîraneke xwe re mastê kelandî amade dike, êdî di nav jinan de tê naskirin û jê amadekirina mastê kelandî dixwazin.

Cihekî taybet ji bo çêkirina mastê kelandî amade kir

Ji ber gelek kesî jê xwestin ku mastê kelandî çêke, Fayîze tevî hevjînê xwe, werşeyek taybet ku tê de pêwîstiyên sereke peyda dibin amade kir. Her sibehê Fayîze berê xwe dide gundê Bino gel firoşkarên şîr û rojane 23 kîlo şîrê pez dikire. Kîloya şîr bi 300 lîyreyên Sûrî ye.

Mastê kelandî çawa tê çêkirin?

Mastê kelandî dixin torekî ji caw, paşê roj û şev avê bi ser de dikin. Heta 4 rojan wê parzûn dikin da ku tirşiya mast jê biçe. Di roja 4 de, mast dixin beroşek mezin û seatek û nîv dikelinin, heta ku mast hev bigre.

Piştî wê, parçekî paqij dixin ser mast da ku ava jê mayî rabike.  Paşê dixin qetermîzên ji bilastîk yan jî cam û zeyta zeytûnê dikin ser da ku ji kifikê biparêzin. Li hember her 45 kîlo ji mast 10 kîlo mastê kelandî jê derdikeve. Dayîka Fayîze bi nirxekî guncaw, kîlyekî bi 2 hezaran difroşe şêniyan.

Ji bo çêkirina mastê kelandî demên wê yên taybet hene. Mastê kelandî di navbera meha Hezîran û Mijdarê tê çêkirin.

Fayîze Ebdilrehman Golîn got ku ev 30 sal e ew mûna salê û mastê kelandî çêdike. Her wiha di dirûnkariyê û xwaringeha fol de kar kiriye da ku qûta malê peyda bike.

Dayîka Fayîze ji ajansa me re wiha got: "Di sala çûyî de, min ji meha Hezîranê heta meha Mijdarê mastê kelandî çêkir. Vê salê daxwaza şêniyan zêde bûye. Divê mirov li pêşiya rewşên aborî yên zehmet bi sebir be.”

(jo/bm)

ANHA


Mijarên Din