Mazlûm Ebdî: Dive ewlehiya tevahiya sînor bê mîsogerkirin

Mazlûm Ebdî di derbarê hevdîtinên ku di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dewleta Tirk de berdewam dikin got ku: “ger lihevhatinek hebe wê tenê ne ji bo cihekî lê wê ji bo hemû sînor be. Pêkanîna lihevkirinê wê ji navbera Serêkaniyê û Girê Spî destpê bike û piştre herêma Kobanê, Qamişlo û Dêrik ê de berdewam bike."

Fermandarê Giştî yê QSD Mazlûm Ebdî tekildarî xeta ser sînor diyar kir ku projeya wan hemû sînorên Bakur û Rojhilatê Sûriyê digire nava xwe û ev projeya xwe jî pêşkêşî aliyan kirine û got: “herêma ku behsa wê tê kirin wê di navbera çemê Firat û Dîcle de be û wê kkurahiya wê jî 5 km be. Ev kûrahî li hin cihên di navbera Girê Spî û Serêkaniyê de 9 km,di qadek biçûk de jî ev mesafe wê bigîhijê 14 km’yan.”

Ebdî bang li gelên herêmê kir û got: “Êrîş û gefên dewleta Tirk li ser herêmê bi dawî nebûne. Dive tekoşîn li hemû cihan mezintir bê kirin.”

Niha her kes li ser ‘HERÊMA EWLE’ ango ‘HERÊMA TAMPON’ nîqaş dikin. destpêkê ez dixwazim vê pirs bikim, hûn ev herêma ku tê behs kirin çawa bi nav dikin? Di wateya çawaniya binavkirinê de cûdabûnek çawa heye?

Bi rastî mijara esasî ewlekariya sînor e. Pirsgireka ewlehiya sînor di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dewleta Tirk de heye.  Bi şêwazek fermî ji vê re dibejin herêma ewle.  Em jî dikarin wek “herêma ewle” bi nav bikin.  Lê naveroka xwe ewlekariya sînor e.

Civînek 3 rojan di navbera Emerîka û heyeta Tirk de pêk hat. Hûn wekî QSD nêrînên xwe ji vê civînê re ragihandin? Nêrînên we wekî aligirek vî karî de civînê de hate ser masê?

Ya rast, ev pêvajoyek dirêj e û ne nûye. Dema destpêka vê salê ku biryara Emerîka ji kişandina herêmê derket, wekî hûn jî dizanin gefên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat kirin. Ev mijar wiha bû rojev. Wê demê me xwest ku herêmek were avakirin. Ji ber ku, em di vê zanebûnê de ne ku tu xeteriya me li ser dewleta Tirk tine ye.  Tû sedem tine ye ku dewleta Tirk êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.  Di we demê de, me  ji hevalbendên xwe Emerîkî daxwaz kir ku di navbera me û dewlet Tirk navberî bikin ku em vê mijarê ne bi rêya şer, bi rêya diyalogê çareser bikin. Ev mijar heya niha jî berdewam dike û gelek asta re derbas bû. Gelek caran hevdîtin pêk hatin û gefên dewleta Tirk jî çê bûn.  Di vê dema dawî dewleta Tirk hêzên xwe li ser sînor bi cih kir û îhtîmala êrîşan gelek zêde bû. Ev jî rastiyekê ku her îhtîmalên şer zêde dibin hewildanên navbeynkaran û lihevhatinan jî zêde dibin. Di çarçoveya de bi agahiya me, di vê demê de jî hevdîtin pêk hatin.

Nêrînên we li Enqerê hevdîtina di navbera Emerîka û dewleta Tirk de hate  nîqaş kirin?

Raste. Destpêkê herêma ku dibejin ‘ewle’ bû rojev, wekî QSD projeya xwe pêşkeş kir. Em jî herêma ewle çi femdikin, nêrînên me çi ne, pîvanên herêma ewle çi ne, wê çawa garantî bidin ku hem sînorên me, hem jî yên dewleta Tirk bên parastin, di vê çarçoveyê de em xwedî proje ne.  Me  ev proje pêşkeşî hevalbendên xwe yên Emerîkî kir. Nêrînên dewleta Tirk jî hene û her nêrînên xwe pêşkeşî Emerîka kirine. Di destpêka sale de heya niha li ser van her dû nêrînan hevdîtin têne çê kirin.   Lê dewleta Tirk di nêrînên xwe de israr kirin û ez bawerim ku hin jî israr dikin. Em jî di vê baweriyê de ne ku projeya me pêşkeş kiriye hin zêdetir maqûl, objektîf û ewlekariya her dû aliyan garantî dike. Em di vê baweriyê de ne ku projeya me pêşkeş kiriye we bimeş e û bi ser bikevê.

Tekildarî hevdîtinên ku li Enqereyê pêk hatin heya niha di ragahandinê de gelek nûçe derketin pêş. Gelek kesan şîrove kirin, carna ‘Biryarên hatin girtin’ de xal hatin weşandin. Lê heya niha kesên eleqeder fermî, tekildarî wan biryaran tu daxûyanî nedane. Herêm wê çend km bigre, wê kî vê herêmê de cih bigrin, sahaya hewaye bê girtin yan naye girtin de gelek tişt hatin gotin. Rastî de di wan hevdîtinan de çi biryar hatin girtin, hûn dikarin ji me re parve bikin?

Mijara herî girîng û esas ew e ku pêvajo û hevdîtin dewam dike. Pisgireka ku heyî, ji xwe em vê ji aliyê xwe de pirsgirêk jî nahesibînin ji ber ku dewleta Tirk her gef û êrîş dike, lê wek aliyê QSD de em naxwazin ev pirsgirek bi şer bi dawî bibe yan jî bi şer pêş bikeve. Tu berjewendiyên me di şer de tine ye. Ji ber we ji roja destpêkê heya niha hewildanên me ew e ku pirsgirek bi riya hevdîtinan bên çareser kirin. Ya girîng di wan hevdîtinên dawî de diyar bû ku hevdîtin nexitimîn û bi şêwazek ne rasterast be jî em di van hevdîtinan de cih digrin. Emerîkî di navbera me û dewleta Tirk de navbeynkarî dikin. Nêrînên dewleta Tirk ji me re tînin, tiştê ku em qebûl dikin û yên qebûl nakin jî dibejin. Heman demê de nêrînên me jî ji dewleta Tirk re dibin û ew jî tişten qebûl dikin yan qebûl nakin dibejin. Ev bi vî awayî berdewam dike. Ev hevdîtinên dawî de hate mîsoger kirin ku wê hevdîtin berdewam bibin. Em vê erênî dibînin. Lihevhatin li ser mijarê giştî hate çê kirin, hîn detay tine ne. Sê mijarên esasî di ragahandinê de derketin mijarên giştî ne û em jî tevlî wan dibin.  Em di vê baweriyê de ne ku çarçoveya lihevhatinê, ji bo derxistina çareseriyê gûncav e. Lê belê hin gelek detay ma ne.

Di hevdîtinên dawî de di navbera Serêkaniyê û Girê Spî de li ser ‘Herêma Ewle’ de lihevkirin hatiye kirin, hin kes dibejin wê kûrbûna herêmê 5 km, hin kes jî 14 km bê. Li ser vê mijarê tiştekî net heye?

Ez dikarim ji te rê tiştê ku wekî QSD me qebûlkirine bêjim.  Ev tiştên ku me qebûlkirine heman demê projeya me ye jî. Herêm ji ava Dîcle heya ava Firatê, seranserî sînor û tevahî herêm têde ye. Me qebûl nekir ku herêmek tenê tê de bê. Heger ku lihevhatinek bê çêkirin dive tevahî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê de cih bigrin. Herêm bi giştî kurahiya xwe 5 km ye, lê hinek cihen di navber Serêkaniyê û Girê Spî de dibin 9 km,  di navber Serêkaniyê û Girê Spî de cihên biçûk dibin 14 km ye. Bi giştî 5 km ye, lê hin cihen biçûk de ev dibe 9 û 14 km. Ji bo we em dibejin 5-9-14km. 

Na xwe em dikarin bejin wekî  ku di ragahandinê de derketiye hole; biryara navbera Girê Spî û Serêkaniyê de ‘Herêma Ewle’ hate dayîn tiştek wiha net tine ye?

Na, biryarek wisa tine ye. Tê xwestin ku pêkanîna vê lihevhatinê ji herêma di navber Serêkaniyê û Girê Spî destpê bike û piştre herêma Kobanê, Qamişlo û Dêrik ê de berdewam bike.

Hûn çima dixwazin li ser seranserî sînor herêm bê avakirin? Ya din jî çima dewleta Tirk teybet xeta Girê Spî û Serêkaniyê dixwazê?

Heger li hevhatinek bê çê kirin dive lihevhatinek bi giştî bê. Ev lihevhatin ne ji bo herêmekê ji bo hemû herêmê dive bê kirin. Bakur û Rojhilatê Sûriyê herêmeke, cûdahî di navbera beşên we de tine ye. Raste di navbera Girê Spî û Serêkaniyê piranî pêkhateyên Ereb dijîn, lê ew jî beşek ji Sûriyê ye.  Li ser tenê herêmekê lihevhatin bê çê kirin, ev nemimkûnê bê qebûl kirin û tiştek wiha jî tine ye.

Halîhazir de ew tiştên ku tên gotin ne rastin. Lihevhatin wê perçe perçe pêk werê. Tê xwestin ku ji we herêmê destpê bikin, ji xwe ne mimkûne bi hevre li her cihî bê destpê kirin. Ji kuderê bê destpêkirin ne pirsgireke, ji ber piştre wê berdewamiya jî werê.

Herêma ku bê avakirin ki hêz wê tê de cih bigre? Kordînasyon wê ji aliyê çi hêz vê pêk were?

Projeya ku me  pêşkêş kir, li ser sînor 5 km hêzên me YPG/YPJ bên kişandin. Di şûna wê hêzên herêmî divê were bi cîh kirin û  ew jî wê gelê herêmê bi xwe bin.  Ev hêz wê jhi hêzên Koalîsyonê re di herêmê de karê xwe bihevre bidin meşandin.  Li her herêmekê meclîsên leşkerî hene. Bajar wê di nav herêma ewle de cîh negirin.

Herêma kul i ser hatiye lihevkirin de nîqaşên ku Tirkiyê dixwazê qada hewayî bikarbînê hene. Gelo di encama hevdîtinan de tu biryarên wiha derketin hole?

Na tiştek wiha ji me hate xwestin lê me qebûl nekiriye û qebûl jî nakin. Dewleta Tirk ji xwe balafirên keşfê li ser sînor herêma ewle dibîne. Heger ku balafirên keşfê di herêma ewle de kar bikin, wê beşên derve herêma ewle jî têxin xeteriyê. Em ev tişt pêwîst nedît û ji bo hêzên xwe yên leşkerî xeter dît.

Rayadarên dewleta Tirk, piştî civînê daxûyanîyên xwe de diyar kirin ku di nav koridora k udi nav herêmê de bê avakirin de wê koçberên ji Sûriyê rêbikin û li herêmê de wan bi cîh bikin. li ser vê mijarê lihevkirinêk heye, helwestên we çi nê?

Beriya her tiştî gotina ku dibejin korîdora aşitî, ev nav aide dewleta Tirk e ne pênaseyekî fermî ye. Ev herêm berê bi aşitî ye û wekî ku dewleta Tirk dibejê ne cihê terorê ye. Em dikarin bêjin ku di Sûriyê de  herêma herî bi ewle û aram e. Berê jî me daxûyanî ji bo gelê vê herêmê yên ku derve dijîn dan û me bangawazî jî kir ku vegerin welatê xwe.  Ji bo gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li Tirkiyê ne dikarin vegerin. Em ne li dijî vegera wanin. Ev jî beşek lihevhatinê ye û me jî qebûl kiriye ku kî dixwazê dikarê vegerê. Lê belê şertekî esasî, kesên ku berê El-Nûsra, DAIŞ, komên terorîst de cih digrin  û zext li gelê herêmê kirine û aliyên dadgeha me de tên xwestin dikarin vegerin lê wê bên dadgeh kirin. Piştî ku mijarên hûkûqî çareser bikin, dikarin jiyana xwe berdewam bikin.

Li ser sînor bi dewleta Tirk re hûn lihevbikin wê çi bandor krîza Sûriyê bike? 

We bandorek gelek mezin bike.  Ji ber wê jî em dixwazin bi dewleta Tirk re lihevkirinek bê çê kirin.  Mûdaxeleya dewleta Tirk ji Sûriyê re bingeha gelek pirsgireka ye û nahelê ku gelek pirsgirêk bên çareser kirin. Ji bo we gavên em biavejin li vir de pêşketinek bê çê kirin û bi rengekî lihevhatin pêk werin we demê gelek pirsgirêkên bi vê re giredayî ber bi çareseriyê here. Mînak niha gelek hêz û kes gef û êrîşên dewleta Tirk li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji xwe re dikin hincet da ku gavên çareseriyê neavejin û çareserî çê nekin. Heger çareseriyêk bê çê kirin hincetek wiha jî namîne.

Hêzên ku behs dikin kî nê, hûn dixwazin kî nîşan bikin?

Mînak nêzîkatiya rejîma Sûriyê wisa ye. Stratejiya me ewe ku çareseriyêk Sûri-Sûrî çê bikin. Ev demek dirêj e bi rejîma Sûriyê re hevdîtina berdewam dikin.  Heya niha rejîma Sûriyê tu gavên çareseriyê û yên berçav neavetine. Tiştê baş em û rejîma Sûriyê şerê hev nakin, di navbera me de hevdîtin hene û wê berdewam jî bikin.

Ev hevdîtinên we niha jî berdewame?

Raste, ji despêkê heya niha her hene û wê berdewam jî bikin. Lê rejîma Sûriyê hin bawer dike ku gelek factor hene ku we herêmê zeyif bikin. Di nav wan faktoran de êrîşên dewleta Tirk jî dibînin û hesabên xwe li ser we dikin. Difikirin ku we dewleta Tirk êrîşî herêmê bike û em jî di şertên gelek lewaz de bi wan re hevdîtinan pêk bînin. Hevdîtin jî li ser esasê ku em hin tedbîran li hemberî dewleta Tirk bigrin û deskeftiyên şoreşê berdin.

Hin herêmê ku piranî pêkhateyên ereb dijîn wekî Tepqa, Derazor, Raqa, Minbic  ku me û gelê herêmê bi hev re rizgar kiriye û erkê me ye ku em her tim van herêman bi gelê herêmê re biparezin. Xwînê gelê herêmê bûne yek û divê em bi hevdû re herin çareseriyê. Lê rejîma Sûriyê jî hesab dike ku ji ber gefan bi rengekî bê çareserî têkevê wan herêma. Heger lihevhatinek bê çêkirin û xeteriya dewleta Tirk ji hole rakin we demê dive rejîma Sûriyê rastiyê hin zêdetir bibîne û li ser esasê parastina yekîtiya Sûriyê giştî dive em herin çareseriyê. 

Rejîma Sûriyê piştî civîna Enqerê, daxûyaniya ‘em li hevkirinek wiha qebûl nakin’ gelo li ser tiştên ku hûn hêvî dikin kirin?

Ez bawer dikim ku rejîma Sûriyê vê pêvajoyê şaş dixwîne û encamê wê jî şaş digre dest. Rejîma Sûriyê hesap dike ku; bi vî rengî heger lihevhatinek bê çê kirin, xeteriya dewleta Tirk bê sekinandin , destê me hin xûrtir bibe îmkanên ku dîsa rejîma Sûriyê vegerê herêmê lewaztir bibe. Ev fikirandin ne rastin û em wiha nafikirin. Berovajî wê heger lihevhatinek bê çê kirin û ev lihevhatin bibe sedema ku beşek ji axa Sûriyê bê parastin ev ji bo tevahî Sûriyê ye  pîroz e. ji bo wê rejîma Sûriyê  vê pêvajoyê şaş dixwîne. Heger wekî Bakur û Rojhilatê Sûriyê sekna me xûrt be wê demê Sûriyê jî xûrt dibe. Îmkanê çareseriyek Sûriyê giştî bê çê kirin hin zêdetir e. Rejîma Sûriyê her lihevhatinên bi dewletên cîran re bên çê kirin ku pêşiya dagirkeriya Sûriyê bibe asteng, dive bi erênî lê binerê. Hin lihevhatinek bi dawî çê nebûye. Lê ev hevdîtin dewam dikin û hinek erênî dimeşin. Ev jî ji ber ku em xûrtin wiha ye. Heger helwesta gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di aliyê leşkerî, siyasî, dîplomasî, civakî de ne xûrt be, wê demê emê nikarin pêşiya dagirkeriye bigrin. Ji bo wê ev rejîma Sûriyê jî xûrt dike û dive van mijaran erênî binirxînê.

We got hevdîtin berdewam dikin. Sibe disibe ev hevdîtin erênî encam bibin, ev encam wê bandorek çawa li ser Cerablûs, Ezaz, Bab û ya herî girîng Efrîn bike?

Heger ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêşketin bên çê kirin, pêşiya dagirkeriyê bê girtin wê dagirkeriya ku li Efrîn, Bab, Cerablûs, Ezaz lewaz heye lewaz bibe. Îmkanên têkçûna dagirkeriyê li wan herêma de hin zêdetir derbikeve hole. Ji ber we em hin di we gûmanê de ne ku dewleta Tirk jib o hebûna xwe li Efrîn û wan cihên din biparezîne  wê zû bi zû lihevhatinek wiha qebûl neke. 

Heya niha tevî hemû hevdîtinan hin jî rayadarên dewleta Tirk gefan didin. Aliyên k udi nav hevdîtinan de ne daxûyaniyên bi vî awayî wê çawa bandorek li encama kut ê xwestin bike?

Niha gef xwarin ne xûrtbûn, lewaziya dewleta Tirk diyar dike. Pirsgirekên hûndirîn yên dewleta Tirk hene. Her tim dixwaze berê pirsgirêka û raya giştî bi de derve. Em texmîn dikin ku gefên xwe we dewam bikin heta wê ji berê xûrtir bikin. Ev kesayeta dewleta Tirk e ji xwe em jî ne xerîbê wanin.

Mijarek girîng,  beriya niha hem QSD hem jî Rêveberiya Xweser di daxûyaniyên xwe de we de hatibû gotin ku; êrîşên dewleta Tirk têkoşîna wê ya li dijî DAIŞ lewaz dike, dihele ku DAIŞ komiser hev bibe.  Lihevhatina ku pêk werê wê çawa tekoşîna wê ya li dijî DAIŞ bandor bike?

Pirsek gelek girîng e û bersiv jî girîng e. Niha gelek kes meraq dikin ku çima Emerîka û hêzên Koalîsyonê di vê mijarê de cih digirin. Her kes ji bo berjewendiyên xwe ji bo ku bikarin pêşiya êrîşên dewleta tirk bigirin li wan zextê dikin. Ya bi wan re giredayî hebûna DAIŞ’ê ye. Niha hebûna DAIŞ ne tenê li ser me bandora neyînî bike. Me di aliyê xwe de DAIŞ leşkerî de têk bir, niha jî em têkoşînek cûda ji bo DAIŞ dûbarê dernekeve dikin. Niha xeter heye ku DAIŞ ji berê zêdetir zêrerê bide cîhanê giştî, bi taybet wê bixwaze ji Ewrûpa û Emerîka tola xwe rabike.  Raste DAIŞ leşkerî têk çû lê rêxistin û şaneyên veşartî berdewam dike û ji berê xetertir e. Berê di cihêkî de bû şerê xwe dimeşand niha li her cihî belav bûye. Şaneyên veşartî li hemû cihan hene. Gel ji berê zêdetir ji DAIŞ ditirsê. Xetere heye ku DAIŞ cardin hin cihan bigre. Niha li Rojavaye Firatê herêmên di bin deshiladariya Sûriyê de giştî bin destê DAIŞ de ne. Rejîma Sûriyê nikarê têkevê van herêman. Li Iraqê gelek cih hene ku DAIŞ têde ye, arteşa Iraq nikarin têkevin e. DAIŞ cardin xûrt dibe.

Li herêmên me teybet li Rojhilatê Sûriyê de DAIŞ gelek hewil dide ku hin cihan têxê destê xwe, êrîşên xûrtir bike û li dijî projeyên me bisekine û têkoşînek gelek dijwar li wan herêman tên meşandin. Êrîşek mûhtemel yên dewleta Tirk li ser herêmên me wê bihele ku li van herêman DAIŞ xûrtir bibe. Nêzî 12 hezar girtiyên DAIŞ di destê me de ne. Bi hezaran şervanên me yên herî xûrt wan diparezin. Heger şerek derbikeve ev şervanên me yên DAIŞ diparezin mecbûrin ku bajarên xwe biparezin. Em nizanin ku çiqasî DAIŞ di girtigehan de biparezin. Malbatên DAIŞ jî xeteriyêk mezin e. Ji êrîşên dewleta Tirk re herî zêde wê DAIŞ sûd jê bigre. Ev jî we li ser hemû hêzên cîhanî neyinî bandor bike. Ji ber wê jî gelek dewlet ji me zêdetir dixwazin li pêşiya vê êrîşê bigrin. Heger îro Emerîka di navbera me û dewleta Tirk de dixwazê lihevhatinek çê bibe yek sedem jî ev e. ji ber di şer de Emerîka jî wê zerer bibînê. Em jî heya ku ji destê me tê ji bo xeteriyek DAIŞ bi vî rengî dernekeve jib o pêşketina van hevdîtinan nermahî rabar dikin.

Lihevkirina ku hûn behs dikin li dijî DAIŞ tekoşînek bandor pêk bînê…

Ji bo em karibin bi hêzên Koalîsyonê re têkoşîna xwe li hember DAIŞ hin zêdetir xûrtir bikin dive sînorên me yên Bakur bi aram bê. Hêzên me mecbûr nebin ku bi xendeqan bikolin û têkoşîna xwe berdewam bikin.

Herî dawî, tiştê ku we behsê kiriye em dest bigrin, pêvajo hin berdewam e, mirov dikarê beje; encama hevdîtinên we bi dewleta Tirk re hem erênî hem jî neyînî ne?

Niha em leşkerin û bi çavên leşkerî li mijaran dinêrin. Hina jî li ser sînorên me leşker, tang û topên dewleta Tirk yên ji bo êrîşan hatine rêkirin, hene. Gefên dewleta Tirk hin berdewam dikin û ji bo wê jî xeteriya şer hîna heye. Lê belê tişta ku em erênî dinirxênin ku hevdîtin berdewamin û ne xitimîne.  Di çarçoveya giştî de lihevhatinek hatiye çêkirin. Lê gelek detay hene ku hin li ser lihevkirin pêk nehatiye. Di van rojên pêşiya me de hevdîtinên me yên ku ne rasterast di navbera me û dewleta tirk de berdewam bikin. Mûmkûne ew di hin nêrînên xwe de israr bikin û em jî tiştê ku rast nebînin emê qebûl nekin.  Ev hevdîtin wê heya kuderê û çawa herin, demên pêşiya me de ev hevdîtin wê bixitimin yan jî ev hevdîtin lihevhatinek hin giştî de encam bigre, em nikarin niha tiştek yekser bejin. Ji bo we dive em têkoşîna xwe berdewam bikin . Gelê me yên ku li hember dagirkerî, êrîşêk mûhtemel yên dewleta Tirk di kon û di meşa de ne dive hin zêdetir têkoşîna xwe xûrt bikin. Ji ber ku cîhan giştî we zanibin ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî dagirkeriyê û êrîşa ye. Çalakiyên gelê me di vê pêvajoyê de bandoreke erênî hebe. Ji bo me QSD re jî dibe piştgiriyek mezin û destê me hin zêdetir di van hevdîtinan de xûrt bike.

Wekî hêzên leşkerî heya ku lihevhatinek giştî çê nebe emê tedbîrên xwe hin zêdetir û xûrt bigrin. Her tim li hemberî êrîşêk mûhtemel emê amade bin.

ANHA 


Mijarên Din