Mazlûm Ebdî: Êrişên dewleta Tirk DAIŞ zindî kir

Mazlûm Ebdî diyar kir ku bi êrişa dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û paşguhkirina dewletên Ewropî ji mijara girtiyên DAIŞ’î re, rê li ber DAIŞ‘ê vedike ku careke zind bibe.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di hevdîtineke taybet ji televizyona Sky News a Amrîkî re axivî. Ebdî diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî û paşguhkrina mijara DAIŞ’ê rê li ber zindîbûna DAIŞ’ê vekir.

Fermandarê QSD’ê got: "Veger DAIŞ’ê pir xeternak e. Dibe ku ev mijar ji aliyê welatan ve hatibe paşguhkirin, lê ya rast ew e ku êrişên dewleta Tirk hişt ku DAIŞ dîsan li ser lingên xwe bisekine."

Mazlûm Ebdî da zanîn ku di girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûrî de bêhtirî 5 hezar çeteyên DAIŞ’ê hene û pêwîstî bi çavdêriyeke asê heye û destnîşan kir ku bi guhertinên ku li herêmê rû didin, siberoja van çeteyên ne diyar e.

Ebdî destnîşan kir ku çeteyên Cebhet El -Nusra û yên El- Qaîdyê yên salên 2013 û 2014‘an êrişî herêmê dikirin, heman çete li kêleka dewleta Tirk dîsan êrîşî herêmê dikin.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî da zanîn ku welatên ku ji bo DAIŞ’iyên girtî soz dane wan, sozên xwe pêk ne anîne û wiha got: "Gelek aliyên rojavayî weke Amerîka û Fransayê soza çareserkriina doza çeteyên DAIŞ‘î yên girtî dane me. Lê heta niha sozên xwe pêk neanîne."


Mijarên Din