Mazlum Ebdî: Agirbest encama berxwedaniya Serêkaniyê ye

Fermandarê Giştî yê QSD got ku agirbest encama berxwedaniya şevanên QSD, ya gelê kurd û ya gelên cîhanê ku piştgirî dane berxwedaniya wan e.

Mazlum Ebdi di Ronahî TV de beşdarî bernameyekî bû û di derbarê agirbesta ku di navbera DYE û dewleta Tirk de hatiye kirin de got ku, ew ji vê pêvajoyê agahdarbûne û agahiya wan jê hebuye. Ebdî got ku serokê Amerîkayê Trump bi xwe vê pêvajoyê bi rê ve dibe.

Ebdî di axaftina xwe de ev nirxandin kir, “divê gelê me bizane ku ev agirbest ji bo qada di navbera Girê Spî u Serêkaniyê derbasdar e. Wek tê zanîn li vêderê bi sedan xelkê sivîl hate qetilkirin û bi hezaran jî ji cihê xwe koçber bûn. Me jî ev agirbest qebûl kir. Ji bo ku ev agirbest bigihêje encamê em wek QSD’ê tiştên ku bikeve ser milê me em ê pêk bînin. Amerîka di ber pêkanîna agirbestê berpirsayar e. Divê gelême vegere cihê xwe. Divê armanca dagirkeran bi cih neyê. Ji bo qadên din tû hevdîtin çênebu. Ji xwe hêzên me hê jî di cihê xwe de ne.

Mazlum Ebdî got ku, ev agirbesta ku pêk hatiye encama berxwedaniya şervanên QSD’ye û wiha axifî, “ Ev agirbest encama berxwedaniya şervanên QSD’ê, ku ji ciwanên Kurd, Ereb û Suryan pêk tê ye. Dîsa ev encama berxwedaniya gelê Kurd, gelên cîhanê ku piştevaniya gelê me kirine û encama dewletên cîhanî ku destek danê me ye. Ji bo wê jî hemû kesên ku piştewaniya me kirin em ji wan re spas dikin, slav û rêzên xwe pêşkêş dikin.

Ebdî got ku, metirsiya dagirkeriya dewleta Tirk a li ser herêmê hêjî bi dawî nebûye û wiha axivî, “ ev despêkeke. Dewleta dagirker wê wiha nesekine. Divê gelê me tekoşîna xwe bilind bike. Divê partî û aliyên siyasi yên gelê kurd yekîtiya xwe teqez çêbikin.”


Mijarên Din