Mazlum Ebdî pêvajo û lihevkirina bi Rejîmê re nirxand

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî  êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, berxwedana bêhempa ya li dijî êrîşan, lihevkirina bi rejîma Sûriyê û axaftina bi Turmp re nirxand.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî  êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, berxwedana bêhempa ya li dijî êrîşan, lihevkirina bi rejîma Sûriyê û axaftina bi Turmp re, ji televizyona Ronahî re nirxand.

-Hun rewşa dawî û encamên êrîşên 8 rojan li ser Herêmê çawan dinirxinin?

Em berxwedana hevalên xwe yên şer dikin û xaka xwe ji dewleta Tirk di parêzin silav dikin.

Şer kete roja 8’an. Êrîşên dewleta Tirk ên dagirkirina xaka Suriyê dewam dikin. Ev êrîşekê mezin bû. Ev heşt sale hedef dike ku bikeve Rojava. Ev saleke jî bi berfirehî amadekarî dike ku êrîş bike. Ev 8 roje şerek pir mezin tê meşandin. Mesafeyek 150 km ji çend aliyan ve ketine axa Suriyê. Destpêkê de Serêkaniyê û Girê Spî kirin hedef û xwestin bi vî awayî pêş bikevin. Heya niha berxwedaneke dirokî tê dayîn. Ev şer wê dewam bike. Dewleta Tirk hemû hêza xwe tang, top,  balafirên şer û keşfê tevlî vî şerî bû. Bi hedhezaran çeteyên ji Idlib, Efrîn, Ezaz û herêmên din anîne li dijî me didin şerkirin. Dewleta Tirk çeteyên ku berê li Reqa, Dêrazor û herêmên din şer kirine niha li dijî me dide şerkirin. Li hemberî hemû êrîşên hovane yên Tirkiyê şervanên me yên ji hemû pêkhateyên cuda (Kurd, Ereb, Suryan, Ermen)berxwedanek bê hempa didin. Piştî berxwedanekî mezin hêzên me xwe ji Girê Spî paşde kişandin. Lê niha li Serêkaniyê berxwedanek dirokî tê meşandin. Beşek biçûk ya bajêr artêşa Tirk ketiyê, lê ji bo paqijkirina tevahî bajar ji artêşa Tirk şerek xurt tê meşandin. Hedefa Tirkiyê ew e ku bajar tevajî dorpêç û dagirbike. Di navbera Serêkaniyê û Bakurê Kurdistanê de tu mesafe tuneye. Dewleta Tirk li bajarên Tirkiyê jî bi hemû hêza xwe bi çekên giran û balafiran li bajar dixin. Dewleta Tirk heya niha nekarî wekî ku dixwazin pêşde biçin. Rûxmê evqas êrîşan jî şervanên me berxwedanekî evsaneyî didin meşandin. Ev jî cihê rêzdayînê ye. Ev şer wê bi hêsanî neqede. Herêmên navbera Serêkaniyê, Girê Spî, dîsan rojavayê Girê Spî piraniya van herêman çol in. Dewleta Tirk bi tang û topan li hinek deverên vir pêşketiye. Hinek cihan de nêzî rêya duwelî bûye. Lê wekî ew dibêjin nîne. Ragihandina dewleta Tirk pir derewan dike. Herêm hemû nexistiye bin destê xwe. Hinek cihan şervanên me û  ew pêşberî hev şer dikin. Pir cihên ku ew dibêjin me dagirkiriye di destê me de ye. Li van deran şerên pir giran tên meşandin. Berxwedanek pir xurt tê dayîn. Wê bi hêsanî ev şer neqede û em ê deverên xwe nedin. Du sê caran êrîşî rêya duelî kirin da ku bigirin. Lê her carî îrêşên wan hatin şkandin û derbên giran xwarin. Niha jî dixwazin rêya dinavbera Serêkaniyê, Girê Spî û rêya duelî de dagir bikin. Lê li hemû aliyan hêzên me bersivên xurt didin wan.

Aliyek din jî amadekariyên xwe dikin ku ji aliyê cepheyê rojhilatê Girê Spî ve  berbi Kobanê ve werin. Duh dewleta Tirk ragihand ku êrîşî Minbicê bike. Ji du aliyan de êrîş kir.Hêzên me di her du aliyan de derbên giran li wan dan û êrîşên wan şkandin. Ew jî neçarmane ku êrîşên xwe bidin sekinandin. Em dikarin bêjin şerekî pir mezin tê meşandin. Ji aliyê mede jî berxwedanekî pir mezin tê dayîn. Di nava vî şerî de heya niha 250 hevalên me bi qehremanî şer kirine û şehîd ketine. Piraniya hevalên me bi êrîşên balafiran şehîd ketine û birîndar bûne. Di nava van êrîşan de yên herî zêde ziyan ditin kesên sivîl bûn. Komkujî li ser gelê sivîl pêk hat. Li Serêkaniyê li herêmên din komkujî çêbûn. Heya niha ji ber van êrîşan 205 kesên me yên sivîl ku Kurd, Ereb, Suryan di nav de ku piraniya wan jin û zarok şehîd ketine. Nêzîkî 300 kes jî birîndar bûne. Dewleta Tirk a dagirker bêyî ku cudabûnê bike nava sivîl û hêzên leşkerî de, êrîş dike. Bi komkujiyan dixwaze encaman bigre.

Stratejiya Dewleta Tirk ew e ku dema cihekê bigre, dixwaze herêmê ji sivîlan vala bike. Ji ber wê bêyî ku cudabûnê bike nav kesî topbaran û bombebaran dike. Ji ber wê xelkê  me neçar dibe ji bo zerarên canî nebinin, cih û warê xwe berdin. Ev ê siyasetê jî bi zanabûn di meşînin.Hedefa wan jî ew e xakê vala bike û li şûna wan hinek kesên li gorî xwe bixe şûna niştecihên herêmê.

Em dikarin bi yek gotinê bêjin DYA soz dayîn, pêk neanî. Beriya ev êrîş destpêbikin makanizmaya ewlekariyê hatibû çêkirin. Ev ketibû meriyetê. Ji nişkave dewleta Tirk ev da aliyekê biryara êrîşê girt. Li hemberî vê helwesta Amerika lezwaz bû bi pabendiyên xwe ranebû. Got, “ez nikarim bi dewleteke di NATO yê de ye şer bikim.” Li aliyê din hevalbendê xwe yê ku ev bi salane pêkve li dijî DAIŞ’ê şer dikin ne parast. Sozên ku berê dayî ku wê herêmê, gelê Kurd, gelên herêmê biparêzin ji bo ku komkujî çênebin, ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê dewam bike û karên ku hev beş bihata kirin, pêk neanî. Ji bo wê em dikarin bêjin Emerika bi pabendiyên xwe ranebû. Ev jî rewşekî ne baş bû. Me bi awayekî vekirî ji hemû yan re got. Ew jî vê kêmaniya xwe dipejirînin. Yên ku bi me re kar dikin vîna qebul dikin û nikarin înkar bikin.

Em dikarin bêjin ji bo berjewendiyên Emerika bi Tirkiyê re xera nebin, ji bo endamtiya Tirkiyê ya NATO yê negihê astekî xeter, herêmên niha şer lê tê kirin feda kir. Ev baweriya li hember xwe da şkandin.

Eger ku van şeran nedin sekinandin, sozên ku niha didin pêk neynin, em ê wekî xiyanet pênase bikin. Ev xiyanet li gelê Kurd, hêzên me û gelê herêmê hatiye kirin, bê ditin. Me ev bi vekirî ji her kesê re gotiye.

Me berî jî ji her kesê re gotibû, ger êrîşek li dijî hêzên me û herêmên me pêk were, wê parastina DAIŞ’ê bikeve pêngava duyemin û sêyemin. Ev wisan jî çêbû. Di halê hazir de hedefa meya yekemin ew e ku em gelê xwe û herêmên xwe bi parêzin. Dagirkeriyê rawestinin û carek din wan ji xaka xwe bi avêjin. Bê guman DAIŞ xeteriyek ciddî ye, li ser tevahî gelê me û mirovahiyê. Lê belê niha ji ber êrêşên Tirkiyê parastina DAIŞ’ê ne di bijara me ya bingehin û yekem de ye.

Hevhatina me bi Emerikayê re di çerçoveya li dijî DAIŞ’ê de hîn dewam dike. Bi şêwazekî fermî ne qediya ye. Piratik jî hîn heye. Emerika jî hîn ne ragihandiye ku hevhatina xwe bi QSD’ê xilas kirine. Ji ber mijara  DAIŞ’ê mijareke ku gelên herêmê û cihanê eleqeder dike. Niha di destê me de nêzî 12 hezar girtiyên DAIŞ’ê û malbatên wan hene. Hîn xeteriya DAIŞ’ê dewam dike. Ev mijarên ku li ser were sekinandin û çareserkirin. Emerika dixwaze li hevhatina li dijî DAIŞ’ê dewam bike. Lê ji bo me parastina gelê me mijara herî sereke û hesase. Me niha xebatên li dijî DAIŞ’ê sekinandiye. Em di vê mijarê de bi tu karên pratikî re ranabin. Em niha li dijî DAIŞ’ê parastina xwe dikin. Em di zanin bi êrîşên Tirkiyê re çeteyên DAIŞ’ê carek din har bûne. Gelek cihan teqîn pêk anîn. Êrîşî zindanan kirin, xwestin girtiyên xwe xelas bikin. DAIŞ’ê daxuyanî da ku wê têkoşîna xwe xurttir bikin.Yek ji armanca dewleta Tirk ew e ku DAIŞ carek din xurt bibe. Em ê li dijî DAIŞ’ê sazî û gelê xwe bi parêzin. Niha gelek kes behsa girtiyan dikin, dibêjin wê dewleta Tirk an jî rejîma Surî werin vê herêmê rêve bibin. Ev ne gengaze ku em bi pejirînin. Pêşeroja DAIŞ’iyan em ê diyar bikin. Me ew girtine, li gel mene. Tu kes wê biryara wê nedin, em ê bidin. Ger ku dewletên me bi hevdure xebat kirî, bi mere bimînin û em ê bi hev re biryara wan bidin. Ji derveyî wê em tu kesê re naçin biryaran. Ger dewletên em behsa wan dikin li vir biçin,  wê tu biryarên me bihev re nemîne. Ev girtiyên di destê me de hêza me têre dike yan têrê nake, ev girêdayî me ye. Em ê biryara wê bidin. Me berî çend caran ji her kesê re gotiye. Em ê niha biryarên xwe pêk bînin. Di vî alî de pêwistiya me bi tu alikariyê nîne. Ji ber ji bo me ne mijarekî bingehîn e. Lê em jî dizanin ku ev xeteriyeke li ser tevahiya cihanê.

Ger cîhan dixwaze ev kesên DAIŞ’î yên hemwelatiyên wanin û çarenûsa wan difikirin û wekî metirsiyekî dibinin, wê demê divê ew jî bi pêwendî û sozên xwe pêk bînin. Em amadene ku kesek bi mere kar bike, em bi wan re kar bikin. Yê ku bi mere kar neke, em jî ne amadene bi kasê re kar bikin.

Naveroka hevdîtina bi telefonê ya we û serokê Emerîka Donald Trump çibû?

Serokê Emerîka Donald Trum li me geriya û xwest bi mere bi axive. Alikarê wî û gelek senetorên din amadebûn. Naveroka hevdîtinê rewşa ku tê jiyîn bû. Xwestin bêjin ka em dikarin çi bikin. Me carek din xwestekên xwe ji bo wan got. Em niha xebatekî hevbeş bi rejîma Suriyê re dimeşînînin. Me biryar girt ku em li dijî artêşa Tirkiyê xebatek hevbeş bimeşînin. Rusya jî alikariya rejîma Suriyê dike. Emerika di hevditinê de got “em ne li dijî ne ku hun bi rejîma Suri û Rusyayê re parastina xaka xwe bikin. Em vê biryarê destek dikin.” Yek ji wan biryarên ku me girtî ew bû. Xalekî bingehîn ku me ji wan re got divê hun vî şerî bidin sekinandin. Ji ber we hêza xwe ji herêmê kêşa ev şer çêbû. We soza dabû ku gelê Kurd  were parastin, şerê DAIŞ’ê carek din bi bandor nebe, ji bo aramiya Suriyê xera nebe me ji wan xwest ku soza xwe pêk bînin. Bi taybetî jî li Serêkaniyê û Girê Spî şerekî giran tê meşandin. Dîsan  Kobanê û bajarên me yên Rojava niha di xeteriyê de ne. Me ji wana re got divê ev herêmên ku li dijî DAIŞ’ê şer lê hatine meşandin werin parastin. Di vî milî de soz dan ku bi Erdogan re bi axivin û cezayê xwe li hemberî Tirkiyê girantir bike. Daku ev şer were sekinandin. Herî dawî me jî ji wan re da xuyakirin ku tifaqa me bi hev re kirî we gav jê paşde avêtiye. Em amadene, ger ku hun vî şerî bisekinînin û pêşiya êrîşên Tirkiyê bigrin , em disan dikarin li gorî şertên nû bi hev re karê xwe dewam bikin.

-Bi taybet pirsa ku di rojevê de ye tifaqa we ya bi Rejîmê re çêkiri ye. Tîfaqa we ya bi Rusan re çiye tîfaqek wisa heye? Taybet Naveroka vê tifaqê giştî tê meraq kirin. Ji bo vê tifaqê hun dikarin çawa bersiv bidin.?

Di rastiyê de gava me avêtî gaveke zerurî bû. Mecbur bûn ku ji bo em bikarin pêşiya dagirkeriya Tirkiyê bigrin. Ev ne tifaq bû, dikarin bêjin ji hev fêmkirin bi Erebî em dibêjin tewefahimek hate çêkirin. Li ser xetên giştî li hinek noktan de me lihevdû kir. Ew jî ku em bi hevre li dijî van êrîşên dewleta Rirk bisekinin, ji bo ku artêşa Tirk axa Sûriyê dagir neke. Aliyê Rusya jî tê de hebû em dikarin bêjin civîna me sê alî çêbû. Yanî em bûn, rayêdarên dewleta Sûriyê bûn, fermandarên Rusya yên ku li Suriyê bûn. Ji bo ku raya giştî jî zanibe. Ji ber ku gelek axiftin hate kirin. Heta niha axiftineke siyasî nîne. Ev encex bi licneyên siyasî, nûnerên rojava û yên Bakurê Sûriyê herin dewleta Sûriyê bibînin li ser vê guftogoyeke dirêj bikin. Heta ku em bêjin gav avêtinek bê çêkirin. Ev mijareke leşkeriye. Ev herêmên hatine îlan kirin ê werin dagirkirin ew jî 30 km. Ji hudud heta riya duwelî ango navdewletî 30 km. Ew ê kû em bêjin halê hazir Emerîka jî dibêje êdî em jî mûdaxele nakin. Niha halê hazir em tenê man û dewleta Tirk dijî hev şer dikin. Me qabûl kir ku artêşa Sûriyê vê herêmê da bi hêzê QSD re li dijî dewleta Tirk raweste. Herî kêm em bêjin nehêlin hinek cihan dewleta Tirk pêşbikeve yanî cewherê xwe ev e. Yanî me qabûl kir ku em û arteşa Sûriyê bi hevre dijî êrîşê dewleta Tirk bisekinin. Ji bo dewleta Tirk nekaribe mesafe û cepha xwe  ya şer fireh bike. Mijarêndin hene mijarên lihevhatî hene mijarên siyasîne mijarin ku li ser werin nîqaşkirin. Helbet lihevhatinek gereke Rojava jî Bakur û Rojhilatê Suriyê jî perçeyeke Suriyê ye. Lihevhatinek bi dewleta Sûriyê bê çêkirin bi Rusya re were kirin ev ê were kirin lê niha ne dema xwe ye. Niha em di şer de ne. Divê karê me yê yekem sekinandina dagirkeriya dewleta Tirkiyê ye, ew jî leşkerên Sûriyê jî bi me re bin karekê xirab nîne. Di vê çerçoveyê de heta niha me qabûl kir ku hêzên dewleta Sûriyê bikevên Minbicê û sînorên me. Tirkan dîsa ev cihên ku Serêkaniyê xeterî heye, ji ber Tirk dixwazin wêderê de dagirkeriyê berfireh bikin, navenda Serêkaniyê, Dirbêsiyê heta Tiltemirê, Rêya duweliye. Me niha qabûl kir ku werin bikevin vê herêmê, di vê herêmê de li gel hêzên me bisekinin. Ji bo ku bikaribin li ser navê hukumeta Sûriyê dikarê li vê herêmê biparêzin.

-Rûsya jî di nav lihevkirinê de ye an jî ji derve ye?

Na Rûsya derveyî vê ye. Garantorê vî karî ye. Niha yê ku dikare êrîşî dewleta Tirk rawestinin, du hêzên Emerîka û Rûsya ne. Emerîka rewşa xwe beliye. Xwe ji vê herêmê kişand. Ji ber ku Rûsya alîgirê rejîma Sûriyê ye, divê bi hevdû re li dijî êrîşan bisekinin. Halê hazir ev e. Yanî lihevhatinek leşkerî ye. Mijarên din gelek ser tên axaftin, ev mijar hê ser nehatine axaftin, guftogokirin. Hem Rojava û hem jî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji sedî not erdê dervî şer e. Ne nav şer de ye. Li wan dera xebateke wisa tê meşandin.

-Qet nîqaşek îdarî tune ye, tenê leşkeriye ye?

Na ji bo vê divê civîn bên kirin, em bêjin gelek hevdîtin çêbin, encex em dikarin wê demê lihevhatinekî çêkin. Niha xebateke leşkerî di hundurê 30 km de ye. Dirêjiya çemê Dîcle  heta Firat cihên ku dibin hedef, cihên ku pêwîst bike em ê qebûl bikin ku leşkerên Sûriyê bikevê û cem hêzên me bisekinin. Ji bo karibin em li pêşiya vê dagirkeriyê bisekinin. Helbet ev ê bibe bingehek ku em karibin yanî lihevhatineke mayînde jî bi dewleta Sûriyê re çêbikin. Mafê Rojava heye ku bikeve destûra Sûriyê, dîsa em bêjin pêşeroja Rojhilat û Bakurê Sûriyê hin bêhtir bê xuyakirin. Lê ez dixwazim vê liser teqez bikim. Weke ku hinek dibêjin ne wisa hema yanî weke ku hinek dibêjin herêm hema wisa bê hesap leşker ketinê û weke ku bi Erebî dibêjin teslîm hatiye girtin. Rewşeke awarte heye dewleta Tirk êrîş kiriye, bi hevdure biryar daye ku bi hevre hêza leşkerî, Hêzên Sûriyê Demokratîk û artêşa Sûriyê bi hevdure karibin xebatekê dijî vê bikin. Ji bo ev dagirkerî fireh nebe. Lê belê mûmkine ev bibe bingehek ji bo em bikarin lihevhatineke ya dem dirêj çêbikin. Gelê me gerek di vir de şiyar be, neyê provokasyonan.  Belkî gelek kes bixwazibin provokasyonan çêbikin, her kes dikare bibêje vaye me li hev kiriye, temam e, tiştek nema û destkeftiyên me jî ji dest herin. Na, pêwîste xelkê me heta dawî destkeftiyên xwe biparêz e. Ji derveyî tiştên ku lihevkirin çêbûye, divê em tiştek din qebûl nekin. Her tiştek wê di hundirê danûstandin û hevdîtinan de çêbibe, wê bi biryar were çêkirin. Hemû tiştên ku me ranegihand, tê wateya ku nîn e. Tiştên ku em ragihînin, Xweseriya Demokratîk, rêveberiya me ya xweser tiştê ku ragihîne ew esas e. Divê gelê me guh bide daxuyaniyên fermî yên Rêveberiya Xweser, Hêzên Sûriya Demokratîk û li gorî wê tev bigere. Tiştên din ên tên gotin, ên di feysbokan de derdikevin, nizanim gotinên ku aliyên girêdayî Rejîmê tînin ziman vana giştî tu eleqeya xwe bi rastiyê re tune ne.

-Birêz Ebdî, di seranserê cîhanê û her çar parçeyên Kurdistanê de îtifaq û yekîtiyeke neteweyî, peyameke bi vî awayî derket. Gelek alî, gelek neteweyên cuda û bi taybetî jî di her çar parçeyên Kurdistanê de yekîtiya Kurdan tê nîqaşkirin. Pêwîste Kurd yekîtiya xwe çêbikin. Di vê mijarê de wekî fermandarê QSD’ê peyama we çi ye? Ev êrîşa dewleta Tirk bû sedem ku, her kes, hemû gelê Kurd û dostên gelê Kurd bibin yek. Gelên niha li Ewrûpa û deverên din ên cîhanê deng didin berxwedana cenga Rojava û moralek mezin didin gelên vir. Wekî Kurdekî Rojava, wekî fermandarê QSD’ê hûn peyamek çawa didin ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd?

Bi rastî ev berxwedana mezin ne îro destpê kiriye. Vaye bû heşt sal şerê mezin tê kirin. Gelê Rojava, gelên Rojhilat û Bakurê Sûriyê, şervanên YPG-YPJ’ê, bi giştî QSD’ê şerekî mezin di ber tevahî cîhanê de meşandine. Îro jî em netîceya vê dibînin. Eger îro tevahî cîhan aliyê me digire, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ji ber ku hemû cîhan xwe li hemberî heza me û şervanên me deyndar dibînin. Her kes dixwaze deynê xwe bide. Ev jî encama berxwedana mezin a xelkên me û şervanan meşandî ye. Bi rastî xwedî derketineke mezin a li vê berxwedanê heye. Tevahî dostên me bi me re eleqedar dibin, ji bo bikarin çi bikin pêşniyaran pêş dixin. Ev tiştek baş e. Lê belê ev helwestên ku heta niha hatine diyarkirin em bes nabînin, ji bo vê dagirkeriyê bisekinîne. Lê belê lihevhatina ku me bi rejîma Suriyê re kirî, hîna pêk neaniye. Rast e, hatine Minbic û Tiltemirê, lê hîna di jor de neçûne. Yanî lihevkirina me li ser esasê hatina wana ya ser sînor e. Yanî divê ji Tiltemir heya sînor pêşiya vê dagirkeriyê bigirin. Pêwîste bên rojhilatê Kobanê, ber bi Girê Spî ve. Divê bên wan deveran. Divê bên rojhilatê Kobanê û bi navê artêşa Sûriyê ya fermî, bi navê serweriya giştî ya Suriyê li wê derê bisekinin. Li cem hêzên me bisekinin. Ev hîn pêk neanîne. Eger ev sozên ku dane me pêk neynin, xalên ku me li ser lihevdû kirine wê pêk neynin, wê demê ev lihevhatina ku me kirî wê nemeş e. Şertên me yên esasî ev in. Pêwîste em destpêkê bi hevdû re dagirkeriyê bisekinînin. Niha ji bo me mijarên din, herêmên din ên ku şer niha tê de nîn in, ne mijara sereke ye. Herêmên ku şer tê de nîn e, ruhê vê lihevhatinê ji alemê re îspat bikin, eger armanc welatparêzî û parastina axa Suriyê be. Li vir axa Suriyê tê parastin, cihê ku şer lê heye tê parastin. Pêwîste destpêkê ev pêk were, em destpêkê bikarin li hemberî vê dagirkeriyê bisekinin. Piştre cihên din ên ku me li hev kiriye, gavan bavêjin. Heta ku ev pêk neyê, li cihên din jî mumkûn nîne ku em gav bavêjin. Bi vê munasebetê ez hemû hevalên me yên di çeperan de ne silav dikim. Bi rastî heval li ber xwe didin, berxwedaneke dîrokî raber dikin. Şervanên YPG-YPJ’ê û yên QSD’ê bi pêkhateyên xwe yên Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen em hemûyan silav dikin. Hevalên me li hemberî teknîka mezin, li hemberî wan êrîşên berfireh, êrîşên ku em dikarin bibêjin bi hezaran kesên ku koka xwe ji DAIŞ’ê tên û wehşiyeta rejîma Tirk, li hemberî vana hevalên me berxwedaneke dîrokî dikin. Bi taybetî hevalên li Serêkaniyê ez wana silav dikim. Vaye bû 8 roj in li ber xwe didin, berxwedaneke dîrokî dimeşînin. Hevalên me yên li van deran berxwedaneke mezin raber kirin û hîn jî dûrî bajêr neketine. Li wan deran gund bi gund şer dikin. Hevalên me yên ji Dêrazorê, Reqayê, Tebqayê jî li wê derê ne. Hevalên me yên Kurd pêşengiya berxwedanê dikin. Li vê derê berxwedaneke dîrokî dikin. Lewre em hemûyan silav dikin. Em bawer dikin ku berxwedan hebe, wê serkeftin jî hebe. Biryara me berxwedan e, ji ber vê jî em ê bi ser bikevin.

Asta berxwedanê ya hatî girtin ne kêm e û heta em bikarin vî şerî bisekinînin û li vê derê careke din aramiyê pêk bînin. Li hemberî vê pêwîste helwesta hêzên siyasî yên Kurd aşkere be. Vaye derket holê ku dijminê me yê yekem dewleta Tirk e. Ji bo ev şer neyê kirin vaye bû nêzî 8 mehan me gelek nermahî raber kirin, gelek lihevhatin çêkirin, me gelek gavên pratîkî avêtin. Lê belê dewleta Tirk ev hemû dan rexekê û hedefa xwe dagirkirina vê herêmê ye. Hedefa xwe tiştek din nîn e, ne terefekî meînê Kurdan e. Ew gelek tiştan dibêjin, behsa PKK’ê dikin, dibêjin “hêzên YPG’ê terorîst in, li dijî me şer dikin”, qet rastiya van gotinan nîn e. Çi nermahiya ku pêwîst kir me raber kir, me hêzên xwe ji sînor kişandin, me hêzên xwe yên herêmî kirin wan deran. Emerîka bi xwe şahidê vê ye, heta dunya gişt şahidê vê ye. Lê derket holê ku ev gişt derew in, dewleta Tirk yek hedefa xwe heye; ew jî Kurdan ji holê rake. Wekî Efrînê demografiya vê herêmê jî dixwaze biguhere. Hedef tevahî gelê Kurd e û dostên Kurdan e, pêkhateyên ku dostaniyê bi Kurdan re dikin e. Hedef ev hemû ne. Ji bo vê jî, hêzên siyasî yên Kurd pêwîste tiştên biçûk, nakokiyên biçûk deynin rexekê, ji bo parastina vê axê, ji bo demografiya vê herêmê neyê guhertin, ji bo axa me li vir neyê dagirkirin pêwîste ew jî bên û tevlî vê berxwedanê bibin. Herî kêm pêwîste di aliyê siyasî de bibin yek. Çawa ku raya giştî ya cîhanê bûye yek, pêwîste raya siyasî ya Kurd jî bibin yek. Di vê pêvajoyê de kesên ku xwe dûrî vê bibînin, sedemên cuda cuda bibînin, ev wê çaxê nerast e, sibe dîrok wê wana efû neke. Em dizanin ku hinek hêzên me hene ku hina hinek têkiliyên xwe yên siyasî yên di pişt vê êrîşê de hene, îtilafa Suriyê, ew kesên ku dibêjin hukûmeta maket a Suriyê, kesên ku bi Tirkan re tên û axa me dagir dikin û vê wehşetê pêk tînin, ku navê xwe fermî kirine Cêyşil Wetenî Sûrî, girêdayî meqet a Suriyê ye, ew jî hukûmeta îtilafê ye. Hinek hêzên me di nava vê îtilafê de ne. Ev tê wateya ku, beşeke ji vê ne. Em destpêkê ji wana dixwazin xwe ji wana cuda bikin, herî kêm helwesteke wana hebe, li hemberî vê helwestekê deynin. Diyar bikin ku ew ne bi vê re ne. Tenê têrê nake ku, tevlî civînan nebin, divê helwesteke xwe ya aşkere hebin li hemberî vê. Yan na sibe ew jî nikarin bibêjin em ne beşekî ji vê ne.

Bangewaziya me ev e; hemû kes, Kurdek li ku derê dibe bila bibe, partiyeke siyasî li ku derê dibe bila bibe pêwîste di vê mijarê de helwesta xwe aşkere bikin. Çi nakokiyên wana hene, lê divê piştgiriya xwe ji Hêzên Sûriya Demokratîk re, ji şervanên YPG-YPJ’ê re diyar bikin û li derdora berxwedana Serêkaniyê, Kobanê û Girê Spî kom bibin.

ANHA


Mijarên Din