NÛÇEYÊN LEZGÎN! Li Minbicê teqînek pêk hat

Mazot li cotkarên Reqayê hate belavkirin

Komîteya Çandiniyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê mazot li cotkarên gundewarên Reqayê belav kir.

Di çarçoveya pêşxistina aliyê çandiniyê de, Komîteya Çandiniyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê dest bi belavkirina mazotê li cotkarên gundewarên Reqayê kir.

Endama Buroya Hejmartinê ya Komîteya Çandiniyê Mihemed El-Receb got Buroya Hejmartinê serdana zeviyên avî kir, bi rêya wê Komîteya Çandinî û Avdanê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê û bi hevkariya Komîteya Sotemeniyê mazot belav kir.

El-Receb diyar kir ku bajarê Reqayê li ser 5 beşan hatiye parçekirin û her pênc beş wiha ne:

- Xeta rojhilat (Keramê): 56 hezar lître mazot hate belavkirin.
- Xeta bakurê rojhilat (El-Rîhat): 367 hezar û 921 lître hate belavkirin.
- Xeta bakurê rojava (Tişrîn): 746 hezar û 540 lître hate belavkirin.
- Xeta rojava (Xatûniyê): 235 hezar û 926 lître hate belavkirin.
- Xeta Şemiyê (Retlê): 187 hezar û 535 lître hate belavkirin.

ANHA


Mijarên Din