Mazot li koçberên Serêkaniyê hate belavkirin

Li navçeya Til Temirê mazot li 4 hezar û 200 malbatên koçber hate belavkirin.

Bi êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê re bi hezaran şêniyên Serêkaniyê, Gire Spî, Til Temir û Zirganê nêçarî koçberiyê bûn. Ruxmî gelek astengiyan û derfetên kêm Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo belavkirina mazotê li koçberan, biryar da. Li navçe û gundewarên Til Temirê jî li gorî serjimara 4 hezar û 200 malbatên koçber mazot tê belavkirin. Komîn mazotê belav dikin. Xebatên belavkirina mazotê dikevin roja 4`mîn û hewl didin xwe bigihînin hemû malbatên koçber.

Endamê Rêveberiya Gerînendetiya Sotemeniyan a navçeya Til Temirê Selîm Derwîş diyar kir ku hewldanên wan ew in ku li her gundî ji malbatên koçber re mazotê belav bikin û got: “Gelê me ji ber êrişên hovanê yên dewleta Tirk û çeteyên wê ji malên xwe tenê bi çekên xwe derketine. Li her malekê 200 lître mazot tê belavkirin. Em hewl didin gelê xwe di zivistanê de bê mazot nehêlin.”

ANHA


Mijarên Din