Mûçeyên karmendan dê ji sedî 30 zêde bibin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojihlatê Sûriyê biryareke nû da û li gorî biryarê ji 1`ê Nîsana 2021`an de dê bi rêjeya ji sedî 30 mûçeyên karmendan bên zêdekirin.

Biryara bi hejmara 97’an di civîna Desteya Serokatiyê ya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser û Desteya Diravî de hate dayîn.

Li gorî biryarê, zêdebûna mûçeyan ji bo karmendên saziyên Rêveberiya Xweser ên ku eqdên qanûnî pêk anîne, derbasdar e. Biryar ji bo eqdên pisporiyê ne derbasdar e.

(cx)

ANHA


Mijarên Din