‘Me DAIŞ têk bir, em ê êrişên dewleta Tirk jî têk bibin’

Şervanên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen di çeperên şer de di çarçoveya parastina rewa de bersivên tund didin êrîşan. Şervanên Ermen û Suryan diyar dikin ku çawa DAIŞ‘ê têk birin wê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê jî têk bibin. 

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, şervanên di çeperan de bersivên mezin didin dagirkeran.

Li gundê Dildara yê girêdayî navçeya Til Temirê ku eniya pêşe ji aliyên şervanên QSD û Meclisa Leşkerî ya Suryanî ve tê parastin.  Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê 4 km dûrî gund in. Her çiqas çeteyên DAIŞ 4 km nêzî bin û hewil dan derbasî gund bibin lê rastî bersivên şervanan hatin û gelek çete hatin kuştin û brîndar kirin.

Me xwe gihand gundê Dildara û agahî, moral û rewşa dawî ya gund ji şervanên Ermen û Suryan guhdar kirin.  

‘Ji hewildanên çeteyan re em hişyar in’

Yakup Suryan şervanekî ji pêkhateyên Suryan e. Yakup di şerê li dijî DAIŞ‘ê de jî axa xwe ji dagirkeriyê parastiyê tîne ziman ku bi moralê gelek mezin bersivê didin êrişan û dibejê: “Ji bo parastina ax û gundê xwe li çepêrên herî pêş in û pêşiya êrişên dewleta Tirk digrin. Çawa me parastina xwe li dijî DAIŞ‘ê kir niha jî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê dikin. Ji hemû pêkhateyan şervan parastinê dikin teybet em Suryan, Ermen û Asûrî ji bo parastina gundewarên Xabûr amade ne. Gelek caran çete hewildan derbasî gund bibin lê derbeyên herî giran xwarin. Bi sedan çete êrişî me dikin lê rastî bersivdayîna me tên.”  

Tekez dikin ku nahêlin komkujî bên dûbarêkirin

Nînoz Ermenî jî şervanekî Ermenî ye, ji bo tola komkujiya 1915‘an ya ku dewleta Osmanî li ser gelê Ermen, Suryan û Ezidî pêk anî bû hilde, bersiva êrîşan dide. Nînoz ji bo êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên giredayî wê dibejê: “Dewleta Tirk a dagirker gelek komkujî li ser me anîn û niha jî dixwaze dûbarê dike, lê em destûr nadin wan planan, bi serbilindî axa xwe diparezin. Em tekez dikin ku ew komkujî nayên dûbarêkirin û heya dawî em ê tola wan komkujiyan jî hildin.”  

ANHA


Mijarên Din