′Me di fikrên Ocalan de azadî û wekhevî dît′

Bavên şehîdan ên ji herêma Cizîrê destnîşan kir ku dê heta azadkirina rêber Abdullah Ocalan têkoşîna xwe dewam bikin û got "Me azadî û wekhevî di fikrên Ocalan de dît û me ji xwe re kir bingeh."

22 sal di ser komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan re derbas bûn, lê hîna tecrîda li ser Ocalan dewam dike. Hikumeta AKP û MHP’ê tecrîdê wek amûreke şerê taybet li dijî gelê Kurd bi kar tîne.

Kesayetên neteweyî yên herêma Cizîrê ku fikrên Ocalan nas kirin û ji bo wê baweriyê şehîd dan, banga azadkirina rêber Ocalan dikin. Her wiha piştrast dikin ku dewleta Tirk tecrîdê ferz dike da ku perespektîfên Ocalan negihêjin gel.

Mihemed Saroxan bavê şehîd Delîl Saroxan e ku 2011`an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû. Saroxan destnîşan kir ku wan azadiya xwe di fikrên rêber Abdullah Ocalan de dît û di demekê de ku rakirina vê fikrê zehmet bû, pê bawer kirin. Saroxan dibêje ku dê ev fikr bi pêş bikeve.

Her wiha daxuyand ku divê dewleta Tirk baş zanibe ku êdî planên wê li dijî gelên herêmê bi ser nakevin û dê bi azadiya Ocalan aştî li herêmê pêk bê. Saroxan bi bîr xist ku wî ji bo vê fikrê lawê xwe da û amade ye ku ji bo azadiya Ocalan xwe jî feda bike.

‘ME FIKRÊN OCALAN WEK BINGEHA WEKHEVIYÊ GIRTIN’

Ebidî Xelef ku bavê şehîd Nobar e ku sala 1996`an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû û şehîd Lewend ku 2013`an li Tirbespiyê şehîd bû, destnîşan kir ku wî beriya 30 salan fikrên Ocalan nas kir û ev fikr ji bo azadiyê û wekheviyê ji xwe re bingeh girt. Xelef got: "Malbata min jî bi vê fikrê bawer kir û di oxira wê de me şehîd da."

Her wiha destnîşan kir ku sîstemên desthilatdar wê demê li dijî fikrên Ocalan bû û îro jî bi siyasetên xwe yên qirkirina gelan dîsa li dijî vê fikrê şer dikin. Xelef diyar kir ku çiqas Tirkiyê hewl bide Ocalan ji gel qut bike, êdî fikr û felsefeya wî bûye lêvegerek ji bo gelê herêmê û tecrîda li dijî Ocalan hatiye ferzkirin da ku perspektîfên wî negihêjin aştîxwazan.

JI BO AZADIYA OCALAN, EM Ê TÊKOŞÎNÊ BIDOMÎNIN

Bavê şehîd Zekiye ku sala 1992`yan li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye, Hac Xerbî ku beriya 36 salan fikrên Ocalan nas kirine, bang li gelê Kurd kir ku bibin yek û azadiya rêber Abdullah Ocalan bixwazin. Her wiha azadiya Ocalan wek çareseriya gelek dozên li herêmê bi nav kir û piştrast kir ku dê ji bo azadiya Ocalan, têkoşîna xwe dewam bikin.

Hac Xerbî bang li rêxistinên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bi dawî bikin û wek berpirsiyareke mirovî û exlaqî, wî azad bikin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din