‘Me di oxira tinekirina çeteyan de şehîd dane, mafê me ye em wan darizînin‘

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê diyar kirin ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek zulm û komkujî ji çeteyan dîtin û bi hezaran şehîd di oxira têkbirina çeteyan de dane. Şêniyan gotin: "Mafê me ye ku em çeteyên DAIŞ`ê darzînin."

Çeteyên DAIŞ‘ê yên ferehiyeke mezin a xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirinbûn û kirinên hovane û gelek komkujî li ser gelê herêmê dan meşandin. Ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve terora DAIŞ‘ê hate şikandin. Di çarçoveya pêngavên QSD‘ê yên rizgarkirinê de gelek çete û malbatên wan xwe radest kirin û gelek hatin girtin. Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo darzandina van çeteyan banga avakirina dadgeheke navdewletî li herêmê, dikin.

Wezîra Edelatê yê Feransayê Nicole Beloupe ragihand ku wan bi gelek welatên Ewropa re nîqaş kirin, da ku dadgeheke navnetewî li Iraqê ji bo darizandina DAIŞ‘iyên biyanî were avakirin. Ev yek li ser asta Ewropî bi gelek wezîrên Hundirîn û Edaletê re hatin pêşinyar kirin, taybet bi Almaya, Spanya û Îtaliyayê re.

Derbarê mijarê de, şêniyên navçeya Dirbêsiyê daxwaza avakirina dadgeheke navnetewî li herêmên Rêveberiya Xweser kirin û tiştê ku Feransayê ragihand red kirin.

Şêniyê bi navê Meshûc El-Mihemed wiha got: "Piştî têkbirina DAIŞ`ê di aliyê leşkerî û erdîngarî de, hêzên me sedan çeteyên DAIŞ`ê girtin. Niha di zindanên Rêveberiya Xweser de ne. Ew çete divê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêne darzandin. Ji ber em wek pêkhateyên li vir dijîn, em şahidên binpêkirin û komkujiyên wan çeteyan in. Me zilma wan dît.”

Her wiha şêniyê bi navê Ebdullah Şîxka jî axivî û wiha got: "Em daxwaza avakirina dadgeheke navnetewî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Divê hemû cîhan ji bo avakirina dadgehê bibe alîkar û divê çete li herêmên me bêne darzandin."

Zûbêr Derwîş ku ew jî ji şêniyê navçeya Dirbêsiyê ye, wiha got: "Yê ku herî zêde heq dike DAIŞ’ê darizîne em in. Ji ber hêzên me yên leşkerî çete têk birin. Zarokên me ji bo serkeftinê ked dan. Xwîna zarokên me şahidên komkujiyên çeteyan in.”

(jo)

ANHA


Mijarên Din