‘Me karî ji mirinê jiyanê biafirînin’

Bi boneya Roja Şehîdan rêzeçalakî li kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê hatin lidarxistin. Şêniyan teqez kir ku ew ê li ber xwe bidin da ku azad û bi rûmet bijîn û her wiha soza parastinê welêt dan.

Bi boneya Roja Şehîdan, toranên leşkerî ji bo bîranîna şehîdan li bajarê Qamişlo û herêma Dêrikê, navçeya Tirbespiyê û Til Hemîsê hatin lidarxistin. Tê de şênî, nûnerên saziyên herêma Cizîrê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk amade bûn.

Li bajarê Qamişlo li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan toraneke leşkerî ji aliyê YPG û YPJ`ê ve pêk hat. Paşê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Mezlûm Mihemed der barê wateya Roja Şehîdan de axivî.

‘Ev roj, roja şehîdên parastina azadiyê ye’

Mezlûm Mihemed da xuyakirin ku ev roj pir wateyên xwe li cem gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene, wan canê xwe ji bo bidestxistina azadiya xwe da û wiha got: "Ev roj roja şehîdên parastina azadiyê ye."

TIRBESPIYÊ

Şervanên YPG û YPJ`ê toraneke leşkerî li Goristana Şehîd Dilşêr li gundê Dogir a navçeya Tirbespiyê li dar xistin. Li wir malbatên şehîdan û dehan şêniyên navçeyê ji Kurd, Ereb û Sûryan amade bûn, her wiha şandeyek ji Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê jî beşdar bûn.

TIL HEMÎS

Bi dehan şêniyên navçeya Til Hemîs û malbatên şehîdan li Goristana Şehîdên Til Hemîsê kom bûn da ku şehîdên azadiyê bibîr bînin, li goristanê toraneke leşkerî ji aliyê şervanên QSD`ê ve pêk hat.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê fermandarê QSD`ê Salar Amûdê û hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîs Ehmed El-Ebawî axivîn û wiha gotin: "Gelê me ji bo azadiya gelê xwe û rûmeta xwe liber xwe dide, em roja şehîdan bi saya wan bi ewle pîroz dikin, wan xwîna xwe dan ji bo biratiya gelan bê jiyandin, şehîdan bi rihê xwe rêxistina herî terorê di cîhanê têk birin."

Merasîm bi dirûşman bi dawî bû.

DÊRIK

Li herêma Dêrikê jî şêniyên herêma Dêrikê û navçeya Girkê Legê berê xwe da Goristana Şehîd Xebat û wêneyên zarokên xwe rakirbûn.

Merasîm bi toraneke leşkerî ji aliyê dehan şervanên YPG`ê dest pê kir, paşê endamê fermandariya YPG`ê Dilovan Cûdî axivî û diyar kir ku roja 18`ê Gulanê rojeke pîroz di dîroka gelê Kurd de. Cûdî wiha dewam kir: "Şervanên destpêkê di refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê lingê sereke danîn û ji bo azadî û rûmeta gelan şehîd bûn."

Endamê rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Heqî Botan di destpêka axaftina xwe de wiha got: "Em hemû şehîdên azadiyê bibîr tînin, wan ji bo em bigihêjin pêvajoya dîrokî, Tevgera Rizgariya Kurdistanê ji gotina Kurdistana bindest û rêxistinkirina refên xwe dest pê kir û gihaşt pêvajoya dîrokî di dîroka gelê Kurd de."

Piştî axaftin bi dawî bûn, şênî ber bi Goristana Şehîd Xebat ve ketin rê û gul li ser gorên şehîdan danîn.

(jo)

ANHA


Mijarên Din