‘Me li Rojava bi ruhê 15`ê Tebaxê dest pê kir, lewma şoreşa me bandoreke mezin çêkir’

Pêngava 15`ê Tebaxê zemîna şoreşa Rojavayê Kurdistanê ava kir. Xerîb Hiso têkildarî Pêngava 15’ê Tebaxê got:“Me bi ruhê Pêngava 15`ê Tebaxê anku Bihara Gelan dest pê kir. Lewra şoreşa me bandoreke mezin li ser asta herêmî  û cîhanî çêkir."

Pêngava 15`ê Tebaxê ku sala 1984`an bi pêşengiya fermandarê mezin Egîd dest pê kir, îro li tevahiya Kurdistanê berhemên wê şax didin. Bi saya wê pêngavê cara yekemîn di dîrokê de, artêşeke fedayî ya Kurdan ava bû.

Pêngava 15`ê Tebaxê bû bingeheke sereke ku gelê Kurd bi îradeya xwe ji bo xwe tê bikoşe.

'JI BER REWŞA KURDAN PÊWÎSTÎ BI VÊ PÊNGAVA 15`Ê TEBAXÊ HATE DÎTIN'

Hevserokê TEV-DEM`ê Xerîb Hiso Pêngava 15`ê Tebaxê li rêber Abdullah Ocalan, malbatên şehîdan  û şervanên azadiyê pîroz kir û der barê pêngavê de got: "Pêngava 15`ê Tebaxê bi nirx û pîroz e. Di wê demê de, ji ber rewşa ku Kurd tê re derbas dibûn, pêwîstî bi vê pêngavê hate dîtin. Helbet ev pêngav berhema ked û têkoşîna berxwedana zindanan û greva birçîbûnê ye û destpêkirina pêngavê gaveke bicesaret bû."

'BI PÊNGAVA 15`Ê TEBAXÊ RE KURD JI XEWA SEDSALÊ ŞIYAR BÛ'

Hiso bal kişand ser bandora Pêngava 15`ê Tebaxê li ser tevahiya Kurdistanê û wiha ev nirxand kir:"Bandora 15`ê Tebaxê li ser Kurdistanê mezin bû. Nexasim di nava gelên Kurdistanê de 15`ê Tebaxê bûye çandek. Ji ber ku gelê Kurd bi Pêngava 15`ê Tebaxê re, ji xewa sedsalê  şiyar bû.  Dema ku guleya yekemîn tê avêtin û li çiyayên Kurdistanê dengê têkoşînê bilind bû, gelê Kurd bi kêfxweşî û dirûşman Pêngava 15`ê Tebaxê pîroz kir. Ji ber vê yekê jî bandoreke xwe ya mezin di nava gelê Kurd de çêkir."

Hiso anî ziman ku faşîzma Tirk bi komkujiyan û êrişan bandoreke mezin li ser gelê Kurd çêkir, rê nedida ku gelê Kurd li hemberî vê faşîzmê serî hilde û wiha dewam kir: "Lê bi Pêngava 15`ê Tebaxê re, ev bandora dewleta Tirk a faşîst hate şikandin. Di ruhê 15`ê Tebaxê de, ruhê ku gelê Kurd wê ji bo xwe kar bike û tê bikoşe, derket holê. Rastiya 15`ê Tebaxê ev bû û gelê Kurdistanê jî bi vê rastiyê re xwe kir yek.”

Hiso destnîşan kir ku teqandina guleya yekemîn re, hişt ku ciwanên Kurdistanê tevî gerîla bibin, lê îro bi milyonan bi ruhê 15`ê Tebaxê tê dikoşin û wiha domand: "Bi destekdayîna gelê Kurd ji vê pêngavê re, hêdî hêdî faşîzm tengav bû. Ji aliyekî din ve jî, êdî bandora 15`ê Tebaxê ji çarçoveya Kurd û Kurdistanê derketiye û bûye zemîna destpêkirina şoreşeke mezin.”

Serokê Tevgera Nûjen a Kurdistanê Dr. Rizgar Qasim jî behsa bandora 15`ê Tebaxê li ser gelê Kurd kir û got: "Pêngava 15`ê Tebaxê di dîroka gelê Kurdistanê de, pêngaveke dîrokî bû. Pêngava 15`ê Tebaxê dîwar şikandin û ji nû ve ruh da gelê Kurd ku bi salan di xewê de bû. Di heman demê de, 15`ê Tebaxê sînorek ji hovîtiya dewleta Tirk re danî."

Qasim got Pêngava 15`ê Tebaxê kesayeteke kurdî ya xurt ava kir.

Herî zêde li Rojavayê Kurdistanê bandora Pêngava 15`ê Tebaxê diyar e. Bi îlham û israra ku gelê Kurd li Rojava ji Pêngava 15`ê Tebaxê girtiye, di 19`ê Tîrmeha 2012`an de dest bi şoreşa xwe kir.

Çawa ku di wê demê de, kesî nikaribû li hemberî dewleta faşîst û qirker dest bi têkoşîna çekdarî bike, Pêngava 15`ê Tebaxê ev tirs şikand, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi pêşengiya şervanên QSD`ê, Kurdan li dijî xeternaktirîn rêxistina terorîst DAIŞ`ê şerê rizgarkirina mirovahiyê, ragihand. Berxwedana QSD`ê ya li dijî DAIŞ`ê, ji hemû hêzên din ê herêmî re bû îlhamek ku ew jî şerê DAIŞ`ê bikin. Beriya têkoşîna QSD`ê artêşên mezin ên wekî Iraqê ji pêşiya DAIŞ`ê direviyan.

Xerîb Hiso li ser bandora Pêngava 15`ê Tebaxê li ser şoreşa Rojava ev nirxand kir: "Yên ku destpêkê bi ruhê 15`ê Tebaxê re xwe kirin yek, gelê me yê Rojavayê Kurdistanê bû. Ji ber ku wê demê milîtanên PKK`ê li Rojava dijiyan û gel bi rêxistin dikirin. Ji aliyekî din ve gelên Rojhilata Navîn jî bi rêber Apo û milîtanên PKK`ê re xwe kirin yek."

Hiso da zanîn ku dema vê pêngavê dest pê kir, gelê Rojava ev pêngav hembêz kir û destek da vê pêngavê û wiha domand: "Gelê Rojavayê Kurdistanê di çarçoveya Pêngava 15`ê Tebaxê de xwe bi rêxsitin kir û tevlêbûna xwe di şoreşê de çêkir."

Hiso diyar kir ku li ser esasê nirxê 15`ê Tebaxê birêxistinbûna xwe fireh kir û got: "Di çarçoveya şoreşa Rojava de, bandora Pêngava 15`ê Tebaxê gelekî mezin e. Ev bandor di asta zemîna têkoşînê de derket holê. Lewra bi keda şehîdan û rêber Ocalan, zemîna şoreşa Rojavayê Kurdistanê hate afirandin. Ev jî cudahiya serhildana ku birayê me yên Ereb dest pê kir û şoreşa Rojava ye. Eger wan bi Bihara Ereban dest pê kir, me bi ruhê Pêngava 15`ê Tebaxê anku Bihara Gelan dest pê kir. Lewra şoreşa me bandoreke mezin li ser asta herêmî  û cîhanî çêkir."

Hiso anî ziman ku li ser esasê çand û exlaqê Pêngava 15`ê Tebaxê, şoreşa Rojava hemû gelên herêmê pêşwaz kirin û wiha dewam kir: "Pêngava 15`ê Tebaxê êdî bûye çandek ji bo gelên bindest û azadîxwaz. Lewra hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî li vê pêngavê derdikevin." 

Serokê Tevgera Nûjen a Kurdistanê Rizgar Qasim jî diyar kir ku piştî 37 ji destpêkirina Pêngava 15`ê Tebaxê re, bandoreke xwe ya mezin li ser guhartinên siyasî yên herêmî, di nav de Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê de hebû. Rizgar Qasim got: "Gelê Kurdistanê û hemû parçeyên Kurdistanê hêza xwe ji fikir û bingeha Pêngava 15`ê Tebaxê girt. Bi taybet bandor li Rojavayê Kurdistanê û şoreşa wê kir ku  îradeya xwe ji 15`ê Tebaxê girt."

Qasim da zanîn ku bi ruhê 15`ê Tebaxê hemû hincetên ku digotin berxwedan li Rojavayê Kurdistanê tune ye û partiyên îslamî propogandaya vê yekê dikir, bê wate bûn.

ANHA


Mijarên Din