​​​​​​​′Mebesta derxistina fitneyê tawanbarkirina Rêveberiya Xweser e′

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a bajarê Minbicê Ehmed El-Yûsif daxuyand ku armanc ji derxistina fitneyê û têkbirina ewlehiyê, tawanbarkirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye da ku nikaribe aramî û îstiqrarê li herêmê pêk bîne.

Hin aliyên ku dixwazin aramî û îstiqrara li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin, hewl didin fitneyê di nava pêkhateyan de derxînin.

Têkildarî armancên wan aliyan, Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê û gundewarên wê Ehmed El-Yûsif ji ANHA`yê re wiha got: "Hin aliyên ku naxwazin herêm bi ewle û îstiqrar be, hewl didin ku ewlehiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin û fitneyê di navbera eşîr, pêkhate û beşên civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê de derxînin."

El-Yûsif wiha domand: "Rêveberiya Xweser di vê derbarê de gavên baş avêtin. Di wê çarçoveyê de panel li dar xistin ku tê de hemû tevgerên siyasî û di nav de yên dijberî Rêveberiya Xweser hatin komkirin û gelek mijarên wekî diyaloga Sûrî-Sûrî û çareserkirina aloziya Sûriyê, hatin nîqaşkirin."

Her wiha daxuyand ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide hevgirtina pêkhateyên herêmê xurttir bike.

 El-Yûsif bang li şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku baldar bin û bi pey fitneyê derbkirina îstiqrarê û ewlehiyê nekevin, ku şêniyên herêmê di oxira wê de şehîd dan. "

Endama rêveberiya Meclisa Jinan Rîm Derwîş jî wiha got: "Gelê Sûriyê ji berê ve bi hemû pêkhate û beşên xwe, bi hev re dijî. Sîstemên desthilatdar her tim hewl dan wan pêkhateyan ji hev bixin û cuda bikin. Dewleta Tirk a dagirker jî dixwaze cudahiyê bixe navbera pêkhateyan û kînê di nava wan de biçîne."

Rîm Derwîş destnîşan kir ku ew îro li ser bingehê biratiya gelan di nava herêmên Rêveberiya Xweser de dijîn û got: "Hemû pêkhate cihê xwe di rêveberî û saziyên Rêveberiya Xweser de digirin. Ev yek ji bo vegerandina jiyana hevbeş a pêkhateyan û belavkirina aramî û hezkirinê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye."

(cx)

ANHA


Mijarên Din