Meclisê daxwazên welatiyan guhdar kirin û soza çareseriyê da

Meclsia navçeya Eyn Îsayê bi armanca nirxandina rewşa siyasî û guhdarkirina pirsgirêk û daxwazên welatiyan du civîn li dar xistin.

Meclisa navçeya Eyn Îsayê bi armanca şîrovekirina rewşa siyasî û guhdarkirina pirsgirêkên welatiyan li bajarokên Hîşa û Şêx Hesen civîn li dar xistin.  Di civînan de Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebd, ji rêveberên PYD‘ê Elî Mado, cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber Hemdan El-Ebd û bi dehan şêniyên herdu bajarokan amade bûn.

Civîn bi bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştre rewşa siyasî ji aliyê rêveberê PYD‘ê Elî Mado ve hate şîrovkirin.

Elî Mado destnîşan kir ku dewletên mêtînger ên ku dest li karûbarên Sûriyê werdidin, şoreşa Sûriyê ya aştiyane veguherandina şerekê çekdar û destek dan komên çekdar da ku destwerdana xwe di herêmê de rewa bikin.

Elî anî ziman ku dewletên behsa mijarê ti carê alîkarî nedane gelê Sûriyê û daxwazên gelê pêk ne anîne, lê belê armanca wan a sereke berjewendiyên xwe di herêmên de pêk bînin.

Rêveberê PYD‘ê Elî Mado, bal kişand ku pêkhateyên herêmê dikarên bi hevgirtin û zanebûn planên dewletên mêtîger têk bikin.

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebd rewşa rêxistinî nirxand û xwest ku komîn rola xwe aktîv bike û wekî bingeha sereke ya avakirina civakeke dirust bi nav kir.

Piştre beşdaran daxwaz û pirsgirêkên xwe anîn ziman, piraniya daxwazên wan girêdayî destekdayîna beşê çandinî û sererastkirina rêyan bû.

Hemîd El-Ebd diyar kir ku ew ê daxwazên welatiyan bi cih bînin û anî ziman ku wan planeke ji bo peydakirina sotemeniyê ji cotkaran re danîen û 2 mîlyan veqetandina da ku rêyan di demên nêzîk de rêya nû bikin.

Meclisa navçeya Eyn Îsayê dê di navbera 22-27 vê mehê li hemû deverên navçeyê civînên bi vê awayî li dar bixîne.

ANHA


Mijarên Din