Kongre li hola Tac bi tevlêbûna endamên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê yên ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên saziyên sivîl, leşkerî, kesayetên siyasî û hunerî li dar ket. Hola kongreyê bi wêneyên şehîdên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê hate xemilandin.
Kongre bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre bi navê Komîteya Amadekar Lîna El-Tahêr axivî û xebatên nivîsgehên ciwanan di 2 salên borî de bi armanca belavkirina têgehên partiyê di nava çînên gel de bi taybet a ciwanan li gorî perspektîvên kongreyên giştî yên partiyê, bi bîr xistin.
Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm El-Qeftan lidarketina kongreyê li ciwanan pîroz kir û destnîşan kir ku kongre tovika belavkirina demokratiyê û têgehên di nava civakê de û xwedîderketina li rêgeza siyasî ya projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.
Piştre endamê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Xelîl Xemîs axivî û lidarxistina kongreyê pîroz kir. Xemîs hêvî kir ku ciwan ji bo pêkanîna armancên xwe yên siyasî gavên pêbawer bavêjin.
Cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Osê jî axivî û lidarketina kongreyê pîroz kir.
Ji fermandarên Hêzên Sûriya Demkratîk (QSD) Ebdo Reqa axivî û soz da ku QSD`ê dê piştgiriya destkeftiyên siyasî bike.
Dayîka şehîd Hevrîn Xelef bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan axivî û behsa rola berxwedanê û fedekariyên şehîdan ji bo pêkanîna serkeftinê kir.
Dayîka şehîd Hevrîn daxwaz kir ku ji bo darizandina kujerên şehîd Hevrîn lêpirsîneke navneteweyî vebibe û got: “Armanca wê bûyerê tunekirina projeya aştiyê û azadiyê ya ku Hevrîn xwedî lê derketiye.”
Endamê partiyê Îbrahîm El-Rebî perspektîvên giştî yên kongreyê xwendin. Piştre rapora xebatên ciwanan ên 2 salên borî hate xwendin.
Piştî wê sînevizyonek girêdayî xebat û çalakiyên ku partiyê li dar xistine hate pêşendan.
Dû re, Ednan Xelîfe rêziknameya Meclisa Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê xwend. Di rêziknameyê de armanc, asoyên siyasî yên partiyên, rêyên pêkanîna wan armancan, girîngiya rola ciwanan hatin bibîrxistin. Her wiha hate destnîşanirin ku Meclis desteya ciwanan a herî bilind e.
Di dawiya kongreyê de ciwanan, Zana MIstefa wek berdevk, Cewahêr Faris wek cîgir û 20 kes wek endamên meclisê hilbijartin. Paşê encamnameya dawîn hate xwendin û tê de berdewamkirina têkoşîna siyasî heta pêkanîna armancên partiyê, avakirina Sûriyeyeke demokratîk, bidawîkirina serdemên zordestiyê û şerê di navbera gelê Sûriyê de hate piştrastkirin.
(şx)
ANHA