Meclisa Ciwanên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya herêma Firatê hate avakirin

Ciwanên di Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya şaxê herêma Firat de konferansa xwe ya damezrîner li dar xist û melcisa xwe ava kirin.

Ciwanên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê herêma Firatê konferansa xwe ya damezrîner li navçeya Sirîn a kantona Kobanê li dar xist. 250 delegeyên partiyê yên ji navçe û bajarên herêma Firatê beşdarî konferansê bûn.

Konferans bi diruşma "Bi têkoşîna yekitiya gelan....ji bo Sûriyeke azad...em ê teqez bi serkevin" hate lidarxistin.

Piştî deqeya rêzgirtin, bi navê buroya giştî ya partiyê Îbrahîm Cuma, serokê partiyê yê herêma Firatê Îsmaîl Xalid, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Ahîn Elûç, bi navê Rêveberiya Xwser Hezai Mihemed û bi navê ciwanên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Adil Feraşîn axivîn.

Di axaftinan de, konferans li ciwanan hate pîrozkirin û hêviya serkeftinê hate xwestin.

Her wiha hate gotin ku rêxistinbûyîn û zanebûna rêya herî guncaw a pêşketina civakan e û banga li ciwanên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin ku li hemberî komployê dagirekeran xwe bi rêxistin bikin.

Piştre rêziknameya Meclisa Ciwanên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê hate xwendin û bendên wê hatin nîqaşkirin. Rêzikname ji aliyê beşdaran ve hate erêkirin.

Piştre hilbijartin pêk hat. 15 endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya herêma Firatê hatin hilbijartin. Ev endam dê beşdarî hilbijartinên kongreya giştî ya partiyê ya li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin.

ANHA


Mijarên Din