Meclisa Dirbêsiyê nirxê kirêya malan diyar kir

Meclisa navçeya Dirbêsiyê nirxê kirêyê malan diyar kir, da ku bi nirxê kirêyê malan neyê lîstin.

Meclisa navçeya Dirbêsiyê îro biryarnameyek der barê sînordarkirina lîstina bi nirxê kirêyê malan derxist.

Li gorî meclisê ku nirxê odeyekê tevî di malên normal de 5 hezar lîre ye û nirxê odeyekê li şiqeyan de 7 hezar lîreyên sûrî.

Her wiha meclisê teqez kir ku kesê ku mal kirê bike, ne mecbûre kirêya 6 mehan bide yan jî kirêya salekê giştî bide.

Meclisê di biryarnameya xwe de da zanîn ku kesê vê biryarê pêk neyîne dê rastî lêpirsînan were.

ANHA


Mijarên Din