Meclisa Edaletê: Qanûnên me li dijî kevneşopên civakan nîn in

Meclisa Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî pergala edaleta civakî di civakên Rêveberiya Xweser û qanûnên navdewletî de, qanûnên xwe derdixe. 4 buro bi çavdêriya 13 endaman bi meclisê ve girêdayî ne.

Meclisa Edaleta Civakî hewl dide siyaseta giştî ya edaleta civakî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  bide meşandin.

Meclisa Edaleta Civakî wek meclisa sêyemîn di sazûmaniya Rêveberiya Xweser de li rex meclisa giştî û rêveber tê hesibandin. Di 25`ê Nîsana îsal de piştî erêkirina meclisa giştî, dest bi karê xwe kir.

Meclis ji 13 endamên ku ji hêla meclisên edaletê yên 7 rêveberiyan ve hatine hilbijartin, pêk tê. Hemû teknokrat anku dadwer û parêzar in. Ji bo hevserokatiya meclisê Îmad El-Keraf û Şêrîn Ibrahîm hatin hilbijartin.

4 buro; dadgeha parastin gel, rêveberiya girtîgehan, mafên demokratîk û akademiyên edaleta civakî girêdayî meclisê ne.

Girêdayî mijarê hevserokê Meclisa Edaleta Civakî Îmad El-Keraf destnîşan kir ku ew urfên û kevneşopên civakên Rêveberiya Xweser û qanûnên navdewletî di derxistina qanûnan de û rûniştandina rêgeza edaleta civakî de di ber çavan re derbas dikin.

Meclisa Edaleta Civakî mehê carekê bi komîteyên mîna xwe re yên rêveberiyên xweser û sivîl ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatî Sûriyê re bi armanca nirxandina kar dicive.

Meclisên edaleta civakî yên herêma Cizîr, Efrîn, Firat, Minbic û meclisek ji Reqa û Tebqayê re hene, lê meclisa edaletê ya Dêrazorê tune ye, tenê dîwaneke edaletê heye.

(şx)

ANHA


Mijarên Din