Civîn li Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê lidar ket. Dadwer, parêzerên Reqa û Tebqa, nûnerên dîwanên Edaleta Civakî yên Reqa, Tebqa û Keramê, endamên Meclisa Sûriya Demokratîk, şêx û rûspiyên êlên her du herêman, endamên komîteyên lihevanînê yên meclisên rêveber û meclisên gel ên taxan û gundan tev li civînê bûn.
Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre endamê Meclisa Hevserokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk Hesen Mihemed Elî behsa geşedan û aloziyên herêmê kir.
Mihemed Elî diyar kir ku tevî êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê lê gel herêmên xwe bi rêve birin û serkeftinên mezin bi dest xistin û got: "Ruxmî rageşiyên hundirîn û derve ku li pêşberî projeya netewa demokratîk de derdikevin me dikarî pergala edaleta civakî ava bikin."
Paşê hevserokê Meclisa Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îmad El-Keraf rola meclisên edaleta civakî ji bo pêkanîna aramiya civakî li herêmên ku ji çeteyan rizgar bûne destnîşan kir.
Ji aliyê xwe ve hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Tebqayê Hamid Ebdulrehman El-Ferec û hevseroka Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa keda tevahiya aliyên qanûnsaz û dîwanên edaleta civakî pîroz kirin.
Piştî bidawîbûna axaftinan hevserokê Meclisa Edaleta Civakî ya Reqayê Fehid El-Beyrem rapora xebatên meclisê ya salekê xwend. Di nav de rewşa rêxistinî ya dîwanên edaleta civakî û rola wê di pêkanîna edaletê de ji destpêka rizgarkirina herêmê ji çeteyan.
Piştre deriyê pirs û pêşkêşkirina pêşniyaran ji beşdaran re hate vekirin. Hate gotin ku gereke edaleta civakî were xurtkirin û qanûnên fikrê dewleta desthilatdar ji holê were rakirin.
(şx)
ANHA