Meclisa El-Besîra di demek kin de pêdiviyên şêniyan ên bingehîn peyda kirin

Meclisa Gel a bajarokê El-Besîra ya gundewarê rojhilatê Dêrazorê pêşkêşkirina xebatên bingehîn ji şêniyên bajarok û gundên girêdayî wê re didomîne. Meclisê di demek kin de gavên erênî ber bi jinûveavakirina bajarok ve avêtin. Ava vexwarinê û avdanê ji bajarok û gundên girêdayî wê re peyda kirin.

Bajarokê El- Besîra dikeve gundewarê rojhilatê Dêrazorê li ser çemê Firatê. Piştî ku QSD’ê bajarok rizgar kir, şêniyan dest bi xwe rêxistinkirinê kirin. Bi hevkariya Meclisa Sivîl a Dêrazorê jiyan vegerandin bajarokê xwe. Destpêkê Meclisa Gel li bajarok hat avakirin û pêdiviyên şêniyan ên bingehîn peyda kirin.

Gelek komîteyên girêdayî Meclisa Gel hatin avakirin; Komîteya Xizmetguzarî, Komîteya Tenduristî, Komîteya Çandinî, Komîteya Enerjî, Komîteya Jin, Komîteya Perwerde û Komîteya Ragihandinê.

Her wiha Meclisê rolek di vekirina 3 şaredariyan de lîst. Sê şaredarî li gundewarê Dêrazorê hatin vekirin. Şaredariya El-Besîra, Şaredariya El-Şehîl û Şaredariya Zubyan.

Ji bo pêşxistina warê tenduristiyê li bajarok, Meclisê bi hevkariya Meclisa Sivîl a Dêrazorê Nexweşxaneya El-Besîra ya Giştî vekir. Nexweşxane xebatên tenduristiyê bê pere ji şêniyên gundewarê rojhilatê Dêrazorê re pêşkêş dike.

Komîteya Xizmetguzariyê ya girêdayî Meclisa El-Besîra, ji girîngtirîn komîteyên Meclisê ne. Ji dema ku hatiye avakirin ve hewl da bi lez ava vexwarinê ji şêniyan re peyda bike û mazotê ji xwediyên jeneretoran re pêşkêş bike da ku bajarok ronî bikin.

Hevserokê Meclisa Gel a El-Besîra Şakir El-Salih got: “Meclis ji demek kin ve hatiye aktîvkirin. Ew niha di destpêka xebata xwe ya rêxistinî de ye. Em ê hewl bidin miqdarên mezin ji xebatên xizmetguzariyê pêşkêş bikin û warê jiyanî ya şêniyan pêş bixin."

Meclisa Gel a bajarokê El-Besîra niha hewl dide xetên kehrebeyê û veguhêrên ku di encama şerên li bajarok rû dane de xira bûne, sererast bike. Li gorî Meclisê, tê payîn ku kehrebe di meha bê de bighêje bajarok.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din