Meclisa eşîran: Herêma “ewle” ya ku Tirkiye qaldike dê herêmê wêran bike

Endamên Meclisa Eşîrên Kantona Qamişlo nerazîbûna xwe ji beşdarbûna dagirkeriya Tirkiyê di "Herêma ewle" teqez kirin û gotin: “Hemû gelên herêmê baweriyê bi dagirkeriya Tirk ku herêm rûxand û gel ji welatên wê da koçkirin, nake. Dîroka wê bi sûcan, guhertina demografîk û talankirina herêman tije ye."

Dewleta Tirk a dagirker bi serkêşiya serokkomar Recep Tayyîp Erdogan her dem qaşo herêma ewle ya ku dixwaze li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê avabike ku armaca wê dagirkirina herêmêye, dixe rojevê.

Şêniyên herêmê bi nûner û rûspiyên xwe ve bê herêma ku dewleta dagirker qal dike red dikin û dibêjin armanc dagirkirina herêmê ye.

Nûner û rûspiyên herêma Dêrikê ji ajansa me re qala mijarê kirin.

Berpirsê giştî yê Meclisa Eşîrên Kantona Qamişlo Hewas Cedî, nerazîbûna nîşanî avakirina herêma “ewle” di bin serweriya dewleta dagirker de tekez kir.

‘Ne ji heqê dewleta dagirker e ku beşdarî herêma “ewle” bibe’

Cedî wiha got: “Em wek meclisa eşîr û rûspiyan bi rêya civînên xwe bi nûnerên Koalisyona Navnetewî re nerazîbûna xwe ji bo pêşinyarên ku Tirkiye beşdarî vê herêmê bibe nîşan didin. Ji ber ew dewleteke dagirker e, ne ji heqê dagirkeran e ku bibe aliyekî ji herêma ewle."

‘Dê herêma “ewle” ya din bin serweriya Tirkiyê de herêmê wêran bike’

Her wiha endamê Meclisa Eşîrên Kantona Qamişlo Seîd Ebdilxenî wiha got: "Hemû gelên herêmê baweriyê bi dagirkeriya Tirk ku herêm rûxand û gel ji welatên wê da koçkirin, nake. Dîroka wê bi sûcan, guhertina demografîk û talankirina herêman tije ye."

Seîd Ebdilxenî wiha dawî li axaftina xwe anî: "Her kes êdî xeterî û hovîtiya Tirkiyê nas dike. Mînaka wê Efrîn e û sûcên nemirovî ku li ser gelê herêmê pêk tîne."

(jo/bm)

ANHA


Mijarên Din