Meclisa Ewlehiyê banga rawestandina şerê li Qerebaxê kir

Meclisa Ewlehiyê ya NY’yê ragihand ku ji ber şerê li herêma Qerebaxê ew bi fikar e û bang li Azerbêcan û Ermenistanê kir ku agirbestê ragihînin û vegerin guftûgoyan.

Endamên Meclisa Ewlehiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew piştgiriyê didin banga sekreterê giştî ku daxwza agirbestê û vegera diyalogan kiriye.

Daxuyanî di dawiya civîna awarte ya ku li ser daxwaza dewletên Ewropayê; Belçîka, Estonya, Almanya, Fransa û Brîtanyayê ku endamên meclisê ne, derket.

Endamên Meclisê diyar kir ku ew bi awayekî tund bikaranîna hêzê şermezar dikin û mixabiniya xwe ji bo ziyanên canî ji sivîlan nîşan da.

Endamên Meclisê di dawiya daxuyaniyê de tekez kir ku ew bi temamî piştgiriya xwe ji rola serokên ku beşdarî Koma Mînskê (DYA, Rûsya û Fransa) ên girêdayî Rêxistina Ewlekarî û Hevkariyê li Ewropayê re radigihînin û bang li her du aliyan kir ku careke din vegerin gotûbêjan.

Li herêma Qerebaxê şerekî giran di navbera hêzên Ermenistan û Azerbêcanê de diqewime.

(oh)


Mijarên Din