Meclisa Ewlehiyê hewl dide çavdêran bişîne El-Hudeyda

Meclisa Ewlehiyê lêkolîn dike da ku çavdêrên navneteweyî bişîne El-Hudeyda da ku çavdêriya agirbestê bikin.

Televîzyona El-Erebiye ragihand ku kefaleta çavdêrên navneteweyî li Yemenê dê di dawiya vê mehê de bi dawî bibe, ji ber vê yekê divê Neteweyên Yekbûyî (NY) kefaletê nû bike. Ev yek dê di civîna guhdarkirina ji nûnerê navneteweyî Martin Griffiths ya 17`ê mehê de pêk were. Lê gelek endamên Meclisa Ewlehiyê û di serî de Brîtanya cidî difikirin ku çavdêrên çekdar (hêzên parastina aştiyê yên çekdar) bişînin Yemenê da ku çavdêriya agirbestê bikin.

Her wiha hêzên Hûsiyan jî nîşaneyên derbasbûna çavdêrên navneteweyî red dike.

Hate zanîn ku bi şandina hêzên parastina aştiyê û çavdêriya çekdaran û bi kefaleta bi Meclisa Ewlehiyê re dê ev pirsgirêk çareser bibe, bi wê yekê dê çavdêrên parastina aştiyê pêwîstiya nîşaneyan nebin, piştî ku kefaleta meclisê bistînin.

Şerên li El-Hudeyda metirsiya rêxistinên mirovî û tenduristiyê li ser çarenûsa sivîlan çêdikin û bandora wan li ser herêmên din heye, eger madeyên xwarin û alîkariyan ji bajêr ber bi wan herêman ve raweste.

 (jo)


Mijarên Din