Meclisa Ewlehiyê rûdanên li Sûdanî bi tundî şermezar kirin

Meclisa Ewlehiyê ya Navdewletî bûyerên dawîn ên li Sûdanê bi tundî şermezar kirin. Her wiha bang li Meclisa Leşkerî ya Sûdanê û serekên xwepêşanderan kir ku ji bo dîtina çareseriya krîzê hevkariyê bikin.

Meclisa Ewlehiyê ya Navdewletî daxuyaniyek da û tê de banga rawestandina yekser a tundiyê li dijî sivîlan li Sûdanê kir û bal kişand ser girîngiya parastina mafên mirovan.

Ev bang jî ji hêzên mezin ên cîhanê piştî hefteyekê ji qedexekirina Rûsya û Çînê ya reşnivîsa daxuyaniya ku dişebe aloziya Sûdanê, hat.

Li gorî Komîteya Bijîşkan a Navendî, zêdetirî 100 mirov di operasyona li dijî xwepêşandanên li Xertûmê de di 3’yê Hezîranê de hatin kuştin, lê rayedarên fermî diyar kir ku hejmar ji vê zêdetir e.

Roja yekşemê hemleya îsyana sivîl piştî hefteyekê ji êrîşa li dijî protestoyan a ku li pêş navenda Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar li Xertûmê rû daye û bûye sedema kuştina bi dehan, dest pê kir. Serekên xwepêşandanan di vê derbarê de Meclisa Leşkerî, bi taybet hêzên piştevaniya lezgîn tawanbar kirin.

Lê piştî navbeynkariya Etiyopyayê, serekên tevgera xwepêşandanan roja sêşemê li ser bidawîkirina îsyanê û jinûvedestpêkirina diyalogan bi Meclisa Leşkerî re erê kir.

Meclisa Ewlehiyê ya Navdewletî daxwaz ji hemû aliyan kir ku da ku çareyeke êrênî ji krîza heyî re bê dîtin, bi hev re tev bigerin.

Dîplomatan diyar kir ku reşnivîsa ku Behreyn û Almanyayê daniye, Çîn û Rûsya dijberî wê derketin û red kir. Lê li dawiyê li ser daxuyaniya bêhêz a Meclisa Ewlehiyê ya Navdewletî hate erêkirin.

Li aliyekî din jî, dê Tibor Nagy cîgirê wezîrê karên derve yê DYA’yê yê kar û barên Afrîkayê vê hefteyê bi armanca pêkanîna diyalogên der barê aloziyê de bigihîje Xertûmê.

Diyalog di navbera Meclisa Leşkerî ya Sûdanê û serekên xwepêşandanan de bi sedema nakokiyên der barê nasnameya serokê desteya demkî ya desthilata nû de ku ji sivîl an jî ji leşkerî be, rawestiya.

Meclisa Ewlehiyê ya Navdewletî roja înê dê aloziya Sûdanê di civîna ku li ser erka parastina aştiya hevpar de di navbera NY’yê û Yekitiya Afrîkayê "Yonamîd" li Darforê de pêk were, lêkolîn bike.

(fr)


Mijarên Din