Meclisa Ewlehiyê ya Navneteweyî dê rewşa Lîbyayê nîqaş bike

Dezgehên çapemeniyê eşkere kir ku dewletên di Meclisa Ewlehiyê ya Navneteweyî de di rojên pêş de projeya biryara Brîtanyayê ya ku bang li aliyên Lîbyayê dike da ku şer rawestînin, dê nîqaş bikin.

El-Erebiye ragihand ku Brîtanyayê kopiyek ji reşnivîsa pêşîn ji projeya biryara Meclisa Ewlehiyê ya der barê Lîbyayê de da û dewletên endam jî dê di van rojan de nîqaş bikin.

Proje der barê çalakiyên leşkerî li nêzî Terablûsê de bi fikar e û diyar dike ku ew gefan li îstiqrara Lîbyayê dixwe û dixwaze hemû alî bê deng bin û bi bendên agirbestê ve girêdayî bin. Her wiha bang li hemû dewletên endam dike ku zextê li aliyên şerê li Lîbyayê bikin da ku mîsogeriya vê biryarê bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Meclisa Ewlehiyê tekez dike ku rewşa li Lîbyayê gefan li ewlehiya navneteweyî dixwe û îşaret bi biryarê kir ku dê di bin werza heftan a ji reşnivîsa NY`ê de be.

Her wiha berdevkê artêşa El-Wetenî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî di civîna çapemeniyê de tekez kir ku  hikumeta El-Wifaq plan dike ku êrîşekê li ser bajarê Terhûnê bike û soz da ku ew ê artêş parastina wê bike.

(jo)


Mijarên Din